Roviyên Dîrekçî ya girtî 450 roj in li derve ne!

Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî 450 roj in êşkenceyeke giran lê tê kirin. 450 roj in roviyên wê li derve ne û bi vî rengî hewl dide bijî.

Beriya 450 rojî bi emeliyatê roviyên girtiya nexweş Semîre Dîrekçî hate derxistin û ji hingî ve nayê dermankirin. Dîrekçî ji bo vê rengê bang kir û got, "Dixwazim saziyên pêwendîdar bi vê rewşê re eleqedar bin."

Semîre Dîrekçî ya 43 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a li Amedê tê hiştin di nava 23 salên girtîgehê de 7 caran emeliyat bû. Dîrekçî ji mejî û roviyên xwe emeliyat bû. Her wiha tansiyona wê bilind e û nikare baş bibîne. 450 roj in roviyên Dîrekçî li derve ye.