Ronahî TV: Li Rojava dengê şoreşê nayê qûtkirin

Ronahî TV a têkildarî biryara Eûtelsatê ya ji bo qûtkirina weşana televîzyonên Kurdî daxuyaniyek da, wiha got: “Divê baş bê zanîn ku Ronahî TV çanda çapemeniya azad dişopîne, li dijî zext û zordariyê tenê rêyek heye, ew xurtkirin têkoşîn û berxwedanê ye.”

Desteya Weşana Ronahî TV ya ku daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku wê rê nedin dengê şoreşa Rojava bê qûtkirin, wê heta dawiyê li ser şopa çapemeniya azad bimeşe.

Daxuyaniya Desteya Weşanê ya Ronahî TV wiya ye:

“Dewleta Tirk bi hevkariya Eûtelsatê, dixwaze weşanên televîzyona me Ronahî TV ku dengê şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyê ye tarî bike.

Di heman demê de dixwazin dengê televîzyonên Kurdistanî Stêrk TV û News Channel jî qut bikin.

Li ser daxwaza Tirkiyê Eûtelsatê 14’ê Nîsana 2017’an bi nivîsa ku ji saziya peykê re şandî, ferman daye ku weşana televîzyona me bê qutkirin.

Beriya niha jî Eutelsatê, bêy sebebek hiqûqî nîşan bide, weşanên televizyonên Kurdî Newroz tv û Med Nûçe qut kiribûn.

Dadgeha Parîsê, ji ber vê bêhiqûqiyê Eûtelsate mehkûm kiribû.

Tevî vê yekê jî Eutelsat car din dixwaze bi heman rêyên dij-hiqûqî weşana televîzyona me qut bike.

Em wek rojnamevan û xebatkarên Ronahî TV dibêjin, em ê vê hewldana qutkirina dengê şoreşa Rojava ne pejirînin.

Ji ber Ronahî tv li ser hîmê kevneşopiya ragihandina Azad saz bûye.

Ronahî TV dengê azadî û aştiyê ye.

Ji destpêka weşanên xwe ve hewl dide bibe dengê daxwaza gelên Sûriyeyê, ji bo Sûriyeyek demokratîk û azad bibde denê rastiyê.

Ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê, avakirina Sûriyek federal, li ser esasê netewa demokratîk xuşk û biratiya gelan di parêzê, di weşanên xwe de cih dide deng û rengê hemû pêkhateyan.

Ronahî TV ji çeperên şerê li hember terorîzma dewlet û çeteyan de, qehremanî û lehengiya şervanên parastina rûmeta gelan, şervanên YPG-YPJ, QSD’ê radigihinê, heviya gelan a jiyanek bi rûmet û azad bilind dike.

Hewl dide bi bernameyên xwe yên cûr be cûr ziman çand û hunere gelê Kurd û hemû gelên Sûriyeyê biparêze û pêş bixe.

Dewleta Tirk a dagirker, ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve piştgiriya komên çeteyên faşîst û terorîst dike, hewl dide Bakurê Sûriyê dagir bike.

Lewra em vê hewldana li dijî televizyona me, weke êrişek li dijî statuya gelê Rojavayê Kurdistanê dibînin.

Di heman deme de wek êrişek li dijî federasyona Bakurê Sûriyê, daxwaza gelê Sûriya ya çareseriyek demokratîk dibînîn.

Ev êrişek li dijî ragihandina rastiyan e. Dewleta Tirk hemwext êrişê Rojava, Bakurê Sûriyê, Başûr û Bakurê Kurdistanê dike. Eşkereye ku dewleta Tirk bi êrişa li ser çapemeniya azad, amadekariyên pêla êrişek berfirehtir dike.

Di bombebarana 25’ê Nisanê de êrişê dengê Rojava û Çira, di 27 Nîsanê de jî êrişê Avrîn FM kir.

Li bakurê Kurdistan û Tirkiyê rêjîma Erdogan di salekî de zêdetirê 150 televizyon, radyo, rojname girt, 154 rojnamevan avetîn zindanê.

Li gorî rapora saziya rojnamevanên sînornenas RSF a sala 2017’an, Tirkiye yek ji welatên herî zêde azadiya ragihandinê binpê dike ye.

Dewleta Tirk di îndeksa cihanê de dinava 180 welatan de, di rêza 155’an de cihê xwe girtiye.

Ev yek jî dijminatiya dewleta Tirk û rejîma Erdogan li hember çapemeniyê datîne ber çavan.

Niha destdirêjiya qada navnetewî dike û dixwaze dengên dijber li derveyê Tirkiyê jî qut bike.

Divê bê zanin ku Ronahî TV ji kevneşopiya ragihandina azad tê, li dijî zext û êrişan tenê rêyek xwe heye, ew jî berxwedan, têkoşîn û mezinbûne.

Em ê destûr nedin ku hevkarên çeteyên faşîst dîktator Erdogan dengê Şoreşa Rojava vemirînê.

Em bang li saziyên ragihandinê yên navnetewî, sendîka, saziya rojnamevanên û hemû saziyên têkildar dikin ku li dijî vê biryara der-hiqûqî li gel me bin.

Em bawerin ku gelê Kurd, gelê bakurê Sûriyê, hemû rojnamevan û saziyên demokratîk wê xwedi li ragihandina azad derkevin.

Em ê bi soza ku me dayê şehîd Mistefa Mihemed û Xerîb Welat berxwedan û tekoşîna xwe bidomînin”.

Ronahî TV kengî dest bi weşanê kir?

Di 21’ê Mijdara 2011’an de weşana televsiyona me Ronahî destpêkir. Destpêkê weşana Ronahî tv bi rengê test bû, berî 4 salan bi zimanê Erebî û Kurdî her roj 3 saet weşan meşandin. Ev weşan piştî wLi ser peyka Eurobird. Di dema ku şoreşên gelan li dijî rejîmên statukuperest destpêkir, û li herderê rojhlata navîn bahara gelan destpêkir, yek ji wan welatan Sûriyê ye.

Bi Armanca ku dengê bihara gelên li Sûriya dijîn bigihîne tevayî cîhanê. Loma weşana Ronahî tv ji bo Rojava û tevayî Sûriye bûye pencereyek xweser a gelan, ne bi Rejîma Sûrî û ne jî pencereye rêxistinên çete û terorîst. Bi vê erkê weşana Ronahî tv destpêkir, da ku van gelên bindestê rejîma Sûrî bigihîne tevayî cîvahnê. Daxwazên gelên Sûriya yên rewşa û demokratîk bi riya weşana xwe bigîhina raya giştî ya cîhan.