Ronahî: Bi qedexeyan hûn nikarin Ocalan ji dilê gel derxînin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî rojbûna 70’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û nerazîbûn nîşanî qedexekirina waliyê Rihayê da.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyameke bi dîmen weşand. Ronahî rojbûna 70’emîn li hemû jinan, li gelê Kurdistanê, li zarokên Kurdistanê pîroz kir û bal kişand ser qedexeyên li Rihayê.

Waliyê Rihayê diyar kiribû ku di navbera 1-6’ê Nîsanê de hemû xwepêşandan hatine qedexekirin. Ronahî diyar kir, şopên ku Ocalan li ser dilê gelê Kurd hiştiye, ew ê neyê windakirin û got ku “Çil sal in ev şop nikare were windakirin, wê ji niha û şûnde jî neyê windakirin.”

Peyama Ronahî wisa ye: “Ez rojbûna 70’emîn a Rêbertiya me li hemû jinan, li gelê Kurdistanê û li zarokên Kurdistanê pîroz dikim. Di vê pêvajoyê de li girtîgehan gelek hevalên me ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêbertiye me çalakî li dar xistin û ez wan hemûyan bi bîr tînim. Ez hemû çalakgerên greva birçîbûnê jî silav dikim.

Rojbûna Rêbertiya me, ji bo gelê Kurd wateyeke xwe ya cihê heye. Pênasekirina jidayîkbûna gelê Kurd girîng e. Ji ber ku gelê Kurd her dem hatiye înkarkirin. Rêbertiya me diyar kir ku ev gel wê her dem wekî gelên hemdem bijî û şoreşek da destpêkirin.

Rêbertiya me got ku ‘Sedsala 21’emîn ew ê bibe sedsala jinan’ û ji bo ku ev tişt pêk were, projeyên siyasî, felsefî û civakî ava kir. Jineolojî û partiya jinan ava kir. Rêbertiya me pergala desthilatdariya mêran da ber pirsan û îpoteka li ser fikra jinê hilweşand. Bi taybetî di salên dawîn de jinên Kurd li dijî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşînek dida meşandin û ev tişt gelekî girîng e. Ji ber vê jî Rêbertiya me jidayîkbûna xwe wekî vejîn û jidayîkbûna jinan dinirxîne.

Gelê Kurd, zarokên Kurd divê li her derê di 4’ê Nîsanê de daran deynin. Ji ber ku Rêbertiya me qîmetê dide xweza û jiyana ekolojîk. Divê gelê Kurd 4’ê Nîsanê wekî jidayîkbûna xwe binirxînin.

Waliyê Rihayê du roj berê diyar kir ku li Rihayê di navbera 1-6’ê Nîsanê de hemû xwepêşandan û mîtîng hatine qedexekirin. Ji ber ku wan dizanî wê bi rojbûna Rêbertiya me re gelê me berê xwe bide gundê Amarayê. Belkî ew karibin nehêlin ku gelê me neyên ba hev lê gelo wê bandora li ser dilên ciwan û zarokên Kurdan çawa jê bibin? Rêbertiya me di dilê gelê Kurd de cih girtiye. Çil sal in we nekarî hûn vî tiştî winda bikin, ji niha û şûnde jî hûn ê nikaribin bikin.

Ez careke din rojbûna Rêbertiya me li hemû jinên Kurd, li zarokên Kurd û li gelê Kurd pîroz dikim û em sozê didin gelê xwe ku em ê têkoşîna pîrozkirina rojbûna Rêbertî ya di şertên azad de, heta dawiyê bidomînin.”