Rojnamevanên Başûrî: Azadiya çapemeniyê li ber têkçûnê ye

Rojnamevanên Başûrî ji Komîteya Parastina Rojnamevanan a Navneteweyî re axivîn û diyar kirin, li Başûrê Kurdistanê azadiya çapemeniyê li ber têkçûnê ye.

Komîteya Parastina Rojnamevanan a Navneteweyî (CPJ) serdana Başûrê Kurdistanê kir, ku demeke li herêmê di mijara azadiya çapemeniyê de mafên mirovan di asteke metirsîdar de tên binpêkirin. Endamên komîteyê bi komek ji rojnamevanên Başûrî re hevdîtin kir û çavdêriyên xwe jî li malpera xwe ya înternetê weşand.

Rojnamevan Guhdar Zebarî ji CPJ'ê re axivî û diyar kir ku neh sal in li Başûrê Kurdistanê hewl dide vî pîşeyî bike. Zebarî anî ziman ku ew gelek caran hate destgîrkirin, amûrên wî hatin şikandin û malbat û derdorê timî zext lê kir ku dest ji karê rojnamevaniyê berde. Zebarî destnîşan kir, bûyerên ku diqewimin dibin sedem ku ew bifikire welatê xwe biterikîne.

Zebarê ragihand, li herêmê rojnamevanên bi serê xwe kar dikin xwedî ti mafî nînin û bal kişand ser nûçegihanê Rojnewsê Vedat Huseyîn ê li Duhokê hate kuştin. Zebarî diyar kir, li Başûrê Kurdistanê bi ti awayî nepêkane ku der barê nelirêtiya partiya li desthilatdariyê yan jî malbata Barzanî nûçeyek bê amadekirin û got, azadiya çapemeniyê li ber têkçûnê ye.

CPJ di gotara xwe de, dema ku bi rojnamevanên li herêmê re hevpeyvînê kir, her wiha bal kişand ser parvekirina desthilatdariyê di navbera PDK'ê û YNK'ê û pirsgirêkên ji ber vê yekê rû dane. CPJ destnîşan kir, ku ji ber organeke serbixwe ya darizandinê ya jî saziyeke ku karibe azadiya çapemeniyê bişopîne nîne, rojnamevan li pêşberî êrîşan bêparastin in.

Hana Chomanî ku li qenala Dwarozh dixebite, diyar kir ku pirsgirêk e dema mirov li Hewlêrê ji bo saziyeke weşanê ya li Silêmaniyeyê bixebitin û destnîşan kir, heman pirsgirêk di rewşeke berevajî de jî heye. Chomanî anî ziman ku li Hewlêrê wezîfedarên asayîşê, her wiha sivîl jî tacîzê dikin û gelek mirov naxwazin pê re biaxive.

CPJ di gotara xwe de bi bîr xist ku kujerên rojnamevanên hatin qetilkirin Vedat Huseyîn û Kawa Germiyanî hîn nehatine dîtin û bal kişand ser gotinên parêzer Venîzer Revînk ku anî ziman ku rayedar di dema lêpirsînê de bi xemsarî tevgeriyan.

CPJ her wiha ragihand, der barê mijarê de wan pirs li buroya çapemeniyê ya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û Wezareta Edaletê kirine, lê belê pirsên wan bêbersiv hatine hiştin.

Her wiha Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ya li herêmê kar dike bersiv nedaye CPJ.

Orjînala gotarê: