Rojnamevanên başûrê Kurdistanê êrişa li ser xebatkarên JIN TV'yê şermezar kirin

Rojnamevanên başûrê Kurdistanê dibêjin ku êrişa dewleta Tirk a li ser rojnamevnan nîşaneya wê yekê ye ku Tirkiye ji hêza çapemeniya azad a jinan ditirse.

Dewleta Tirk a dagirker 23'yê vê mehê bi balafira bêmirov êrişî erebeyeke tîma rojnamevanên kanala JIN TV'yê kir û di encamê de şofêrê tîmê şehîd bû û rojnamevanek birîndar bû. Rojnamevan û medyakarên başûrê Kurdistanê ku di warên cuda yên çapemeniyê de dixebitin, êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û piştgiriya xwe ji bo rojnamevanên rojavayê Kurdistanê dubare kirin.

'ÊRÎŞ PLANKIRÎ Û ARMANCKIRÎ NE'

Rojnamevan Hêvî Selah got, "Eger em li wan êrişên ku dewleta Tirk a dagirker li kesên sivîl û rojnamevanan dike, binêrin, em ê bibînin ku ev êriş êrişên wisa asayî nîn in. Divê em vegerin ser dîroka van êrişan ku paşxaneyeke wan a xurt heye. Dewleta Tirk dixwaze bi vê rêyê gelê Kurd ji nav bibe. Her kesê ku Kurd be û wek welatparêz bixebite, Tirkiye hewl dide ku wan ji nav bibe. Cudahiyê naxe navbera wê yekê ka ew kes ji parçeyên din ên Kurdistanê ye yan leşker e yan sivîl e. Tiştê girîng ji bo dewleta Tirk ew e ku Kurdan ji nav bibe. Bi taybetî jî niha rojnamevan û çapemeniya azad bûye armancên bombebaranên dewleta Tirk a dagirker."

'EW ÊRÎŞ DIHÊLIN KU EM ZÊDETIR LI SER XEBATÊN XWE ISRAR BIKIN'

Hêvî Selah bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser jinan û der heqê vê yekê de wiha got, "Tirseke mezin a dewleta Tirk a dagirker ji jinan heye, bi taybetî jî ji jinên rojnamevan. Armanca wê êrişa li ser xebatkarên JIN TV'yê jî her ew e ku rojnamevanan çavtirsandî bike, lê belê em ê heman xebat û têkoşînê bidomînin. Ew êriş nikarin me bitirsînin, berevajî wê yekê ev êriş wisa dikin ku em xebata xwe cidîtir û baştir pêk bînin."

'DEWLETA TIRK A DAGIRKER JI HÊZA ROJNAMEVANÊN JIN DITIRSE'

Di heman demê de Hewar Mihemed jî fikirên xwe anîn ziman û tevî derbirîna piştgiriya xwe ya ji bo hemû jinên rojnamevan ên rojavayê Kurdistanê û xebatkarên JIN TV'yê, ev tişt jî anîn ziman, "Êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser rojnamevanan wê yekê nîşanî me dide ku dewleta Tirk ji hêza jinan ditirse, bi taybetî jî ji hêza jinên rojnamevan. Ji ber ku jin hemû rastiyan eşkere dikin."

'ÊRÎŞA LI SER ROJNAMEVANAN DÛR E JI HEMÛ PÎVANÊN MIROVÎ Û QANÛNÎ'

Rojnamevaneke din a başûrê Kurdistanê Şeyda Hesen jî wiha got, "Armancgirtina jinan bi temamî li dijî hemû qanûnên navneteweyî û mirovî ye. Rojnamevanên azad dengê heqîqetê ne û armanca dewleta Tirk ji êrişên bi vî rengî jî ew e ku  vî dengê azad bêdeng bike û wisa bike ku rastî negihîjin gel."

Hêmin Mamend, ku yek ji mexdûrên desthilatdariya PDK'yê ye, got, "Êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser hemwelatiyan li Pêncwênê û ew êrişa ku li rojavayê Kurdistanê li ser rojnamevanan kir, wê rastiyê derdixe ku Tirk her tim dibêjin 'baştirîn Kurd Kurdê mirî ye'. Di heman demê de wan hincetan pûç dike ku çapemeniya xiyanetê û medyaya PDK'yê ji bo êrişên dewleta Tirk nîşan didin û dibêjin sedem PKK ye. Berevajî vê çendê ew kesên ku di van demên dawî de şehîd bûne, sivîl û rojnamevan in. Lewma divê Encumena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî yên parastina rojnamevanan bertekê nîşanî van tawanên dewleta Tirk bidin."