Rojnamevanê ku nûçeya şehadeta diya xwe çêkir: Kendal Şêxo

Rojnamevan Kendal Şêxo, ku bi xwe di êrîşa çeteyên dewleta Tirk de bi giranî birîndar bû û diya wî di êrîşa artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da got, "Ew çiqasî li me bidin, em ê bi 10 qatan xurtir derkevin pêşiya wan."

Rojnamevan Kendal Şêxo 23 salî ye. ji 17 saliya xwe û vir ve ji ANF û Ajansa Nûçeyan a Hawarê de nûçegihaniyê dike. Di 18 saliya xwe de, dema li Şêx Meqsûdê nûçe dişopand, di êrîşa çeteyên dewleta Tirk de bi giranî birîndar bû. Dayika wî Hevseroka Meclîsa Gel a Efrînê Fatma Suleyman di êrîşa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da. Wî nûçeya şehadeta dayika xwe çêkir.

Şêxo anî ziman, ku di sala 2011'an de wî ji bo ANF'ê û ROJ TV dest bi kar kir û got, "Dema min dest bi karê çapemeniyê kir, Şoreşa Sûriyeyê hê dest pê nekiribû. Piştî demeke kurt Şoreşa Sûriyeyê dest pê kir û her der bû qada şer. Li gelek cihan serhildan çêbûn. Wê demê bi rastî jî şoreşa gel bû."

'DESTWERDANA DEWLETA TIRK Û GELEK HÊZÊN NAVNETEWEYÎ RÊ LI BER KRÎZÊ Û HILWEŞÎNÊ VEKIR'

Kendal Şêxo da xuyakirin, ku destwerdana dewleta Tirk û gelek hêzên navneteweyî li Şoreşa Sûriyeyê, rê li ber krîz û hilweşînê vekir û got, "Ji sala 2012'an û pê ve gelek dewletan, bi taybetî dewleta Tirk tiliya xwe di nava şoreşê de radan. Şoreşa Sûriyeyê li gelê Sûriyeyê herimandin. Bi taybetî jî dewleta Tirk."

Şêxo anî ziman, dewleta Tirk ji bo dagirkirina gelek herêmên azad, bi rêya komên çete dest bi êrîşê kir û weke rojnamevanan wan jî kêlî bi kêlî ev erîşên li dijî Şêx Meqsûd, Eşrefiye, Heleb, Efrîn, Serêkaniyê, Kantona Cizîrê û Kobanê dişopand.

DI ÊRÎŞA ÇETEYAN DE BI GIRANÎ BIRÎNDAR BÛ

Di 25'ê Mijdara 2012'an Cejna Qurbanê de, dema çeteyan êrîşî taxa Eşrefiye ya Helebê kir, Kendal Şêxo bi giranî birîndar bû. Di vê êrîşê de 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û rojnamevan Cûdî Ronahî jî di nav de 20 kes birîndar bûn.

Şêxo anî ziman, ku wê rojê dema nûçe dişopand birîndar bû û qala wê rojê kir: "Çeteyan hem êrîşî gelê sivîl kir, hem jî êrîşî me rojnamevanan kir. Em hingî di vî karî de nû bûn û me fêhm nedikir bê çima êrîşî me rojnamevanan dikin. Lê piştî wê êrîşê em bi girîngiya karê xwe hesiyan. Di heman demê de êrîşên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevanan nîşan didin, ku rojnamevaniyeke xurt pêşî li siyaseta dewleta Tirk digire."

JI BO DAYIKA XWE, QET NAVBER NEXIST NAVA KARÊ XWE

Kendal Şêxo kurê endama Kongreya Star Fatma Silêman e, ku diya wî roja 10'ê Mijdara 2016'an di dema protestokirina dîwarê dewleta Tirk lê dikir, ji ber gulereşandina leşkerên Tirk birîndar bû û bi vê birînê jiyana xwe ji dest da.

Kendal Şêxo di dema şopandina nûçeyê de bihîst ku diya wî birîndar bûye û wiha dewam kir: "Bi rêya telefonê hîn bûm ku diya min birîndar bûye. Ez dîsa çûbûm ji bo çêkirina nûçeyê. Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM'ê bi gelê Ereb re civînek lidar dixist û min jî ew dişopand. Ez hatim ajansê, dema min malper vekir, di nava wêneyên birîndarên li ser sînor de min wêneyên dayika xwe jî dît. Bi rastî jî min zehmetî kişand. Lê belê hingî li ber destê min nûçeyek hebû û min got, divê nûçeyê bigihînim. Eger ez karê xwe baş bikim, nûçeya xwe amade bikim, ez ê karibim bibim bersiv ji êrîşê re. Min ev nûçe amade kir û weşand."

NÛÇEYA ŞEHADETA DAYIKA XWE WÎ BI XWE NIVÎSAND

Kendal Şêxo anî ziman, ku ji hevalên xwe yên kar xwestiye biçe Efrînê, dayika xwe bibîne û got, "Dema ku ez gihîştim Efrînê, 7-8 roj bûn ku li nexweşxaneyê bû. Doktoran digotin, ku êdî hêza wê nema ye bijî û wê şehîd bibe. Lê min dîsa jî hewl da moralê xwe xera neke. Min ji xwe re digot, 'çi dibe bila bibe, divê ez karê xwe bidomînim. Diya min jî gelekî bi dilxwazî karê xwe dikir. Bi daxwaza xwe çû ser sînor ji bo dewleta Tirk şermezar bike. Divê ez jî bi heman daxwazê karê xwe bidomînim'. Dema ku doktoran gotin ku şehîd bûye, ez yekser hatim ajansê. Min nûçeya şehadeta dayika xwe çêkir.

Her wiha min portreya li ser çîroka jiyana dayika xwe amade kir. Hin pirtûk û defterên dayika min hebûn, min ew lêkolîn kir. Xwendin û nivîsandina xwe gelekî baş nebû. Lê belê tevî wî emrê xwe jî dixwest xwe bi pêş bixe. Gelek pirtûkên wê yên li ser azadiya jinê hebûn. Ew dixwend. Dema ku min ew lêkolîn kir, min ji xwe re got, 'divê ez jî bi vî rengî tevlî kar bibim'. Bi amadekirina portreya dayika xwe re min hewl da wê vebêjim. Ez dizanim ku ev têrê nake. Lê mesaja min ji dewleta Tirk ev e; 'Tu çiqasî li me bide, me bikuje jî em amade ne bi 10 zêdetir bersivê bidin te'."

'ÇAPEMENIYA AZAD DESTHILATDARIYA ERDOGAN DILEQÎNE'

Kendal Şêxo bal kişand ser girtina gelek saziyên çapemeniyê û rojnamevanan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û got, "Ji vê jî tê fêhmkirin, ku dewleta Tirk gelekî ji çapemeniyê ditirse. Xuya ye hêza çapemeniya azad heye ku desthilatdariya Erdogan bileqîne."

Şêxo destnîşan kir, ku çapameniya azad rastiyan derdixîne holê û got, "Ew ji çapemeniya rasteqîn ditirsin. Çapemenî rastiya wan derdixîne holê. Ev yek jî tê wê wateyê, ku wê li ser desthilatdariyê nemînin."