Rojnamevan Gok ê dîl hat girtin: Faşîzm wê têk biçe

Rojnamevan Abdûrrahman Gok ê ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve dîl hat girtin û got: “Faşîzm wê têk biçe, meraqan nekin."

Edîtorê Ajansa Mezopotamya Abdûrrahman Gok ê di çarçoveya opersyona qirkirina siyasî ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya li dijî rojnamevan, hunermend, parêzer û siyasetmedaran de îfade da dozgeriyê, bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê hat kirin. Gok, ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin.

Gok, bertek nîşanê biryara girtinê da û got: “Faşîzm wê têk biçe, meraqan nekin. Ev pergala faşîst wê têk biçe. Bimire faşîzm, bijî Çapemeniya Azad.”