Rojnamevan Amed: Tevgera PDK û MÎT’ê ya li qadên gerîla pir zêde bûye

Rojnamevan Dogan Amed bal kişand ser hevdîtinên navbera PDK’ê û rayedarên dewleta Tirk de û diyar kir ku li hev kirine ku li dijî gerîla operasyonên berfireh bide destpêkirin û PDK wê zêdetir aktîf di operasyonan de cih bigire.

Li ser hevdîtin û rewşa herêmên Behdînan û dîsa Başûrê Kurdistanê Rojnamevan Dogan Amed ê ji nêz ve pêşketin û bûyerên rû didin dişopîne bersivê pirsên ANF’ê da.

Dogan ji rewşa Behdînan, têkiliyên MÎT’ê û Parastinê û dîsa êrîşa ser Îranê ya li Hewlêrê bigire û gelek mijarên balkêş anî ziman.

Demê dawî em dibînin rayedarên Iraqî û PDK’î serdana Tirkiye dikin û hema piştî wan hevdîtinan li dijî gerîlayên Azadiya Kurdistanê PKK’ê û li Mexmûr, Şengal ên Başûr û Rojava operasyonên dagirkeriyê tên kirin. Niha li herêma Behdînan rewş çawa ye?

Di demê dawî de rayedarên PDK’î hevdîtinên cidî bi Erdogan re dikin. Eger em li armancên van hevdîtinan binêrin, a yekem PDK di warê aborî de bi temamî bi TC’ê ve hatiye girêdan. Li ser vî bingehî mal û milkê malbata Barzanî heye. Ji ber ku bihayê bi sed milyonan dolar ê petrolê û bi milyonan dolar milkên Barzanyan di destê dewleta Tirk de ye. Erdogan li dijî Barzaniyan vê qertê baş bikar tîne, dixwaze hemû peymanên ne qanûnî yên Barzaniyan jî, bi rê ve bibe.

A duyemîn jî, girêdanbûn e. Gotin di cih de be, di warê siyasî de temenê Barzaniyan bi temenê hikûmeta Erdogan ve hatiye girêdan. Li Başûrê Kurdistanê niha li hemberî PDK’ê nerazîbûneke cidî heye. Ji xwe tora hilberînê ya Başûrê Kurdistanê hema li ber tine bûnê ye. Dema mijar dibe ev berhemên gel dihilberîne li piyaseyê ti qîment nake. Ji ber vê bi hemû rengî bi derve ve hatiye girêdan. Gel di nava bihabûnek mezin de dijîn. Li hemberî vê rewşê hema bêje li gelek deverên Başûr nerazîbûnên li ber vê hene. Rêveberiya PDK’ê dixwaze li aliyekê bi dewleta Tirk gelê Başûr bixe bin kontrole. Êdî ew jî gihan wê yekê ku gel ji vê polîtîkaya wan pir aciz e. Eger di vê çarçoveyê de em lê binêrin em ê bibînin ku dijminahiya esas a PDK’ê li dijî gelê Kurd bi xwe ye. Barzanî di van hevdîtinan de dixwaze dewleta Tirk zêdetir bikeve nava xaka Iraqê û rê li ber pêkanîna peymana Şengalê veke û li Şengalê qirkirineke din re rû bi rû bê hiştin. Di van hevdîtinan de mijara herî esas wê ji niha û şûnde rola PDK’ê ya di şerê qirêj ê Tirkiye ya li ser PKK’ê de çi be?

Rejîma Erdogan dixwaze ji krîzên siyasî yên piştî hilbijartina Iraqê rû didin sûdê bigire û dixwaze bingehê rewa ji bo operasyonên xwe amade bike. Ji xwe piştî van hevdîtinan bi dijwarî bombekirina Şengal, Mexmûr, Şarbajar, Bradost û deverên din, piştî vê hem PDK û hem jî Iraq a ketina nava liv û tevgerê, van peymanên hatine kirin zêdetir şênber dibin. Piştî van hevdîtinan di navbera PDK û artêşa Iraqê de yekîneyên parastina sînor ên ji 3 hezar kesî hatin avakirin, li ser hêzên heyî zêdekirin, li hev kirin.

PDK’Ê LI METÎNA Û HEFTANÎNÊ HÊZEKE LEŞKERÎ BI CIH KIRIYE

Li Behdînanê rewşa dawîn çi ye? Danûstendina di navbera Enqere û Hewlêrê bandoreke çawa li ser vî tiştî dike?

Niha halê hazir tevgera PDK’ê ya li Behdînanê zêdetir bûye. Ji bo herêmên Metîna û Heftenînê di asteke zêde de wesayîtên zirxî hêzên leşkerên taybet di nava tevgerê de ne. Sala borî PDK bi awayeke fîlî li dijî gerîla ketibû şer û li Xelîfanê bûbû sedema du bûyerên ku li pey hev rûdabûn. Wisa dixuyê ku wê îsal dibe dest bi êrîşan bike, bi taybet di van 4-5 mehên dawî hêzên girêdayî PDK’ê li gelek deveran kemînan datînin, herî dawî li Heftanînê bi awayeke aktîf ketine nava liv û tevgerê. Eger ku heta niha ti bûyerek rû nedabe, ev ji xwînsarî û nêzîkatiya gerîla ye, eger ne wilo ba heta niha dibe şerek rû bidaba. Ji aliyê gerîla ve rewş zelal e, li qadê artêşeke Tirk a li qadê tevî hemû teknîkê jî felç-tevizî bûye heye. Tişta mayî derba mirinê ye. Di rewşeke wiha de gerîla hewldan PDK’ê ya nefes li ber dewleta Tirk vekirinê dibîne, heta dawî ji bo nekeve nava şer, hêz û helwestek mezin raber dike. Bi taybet niha rewşa li qadê kurt û kurmancî mirov bêje wiha ye. Di mehên havînê de em ê şahidi ji gelek tiştên nû re bikin.

PARASTIN WEKÎ PARÇEYEKÎ MÎTÊ TEVDIGERE

Yek ji mijara din tevgera MÎT’ê ya bi destê PDK’ê ya li herêmê û operasyonên tên kirine? Di vê mijarê de çi agahî li ber destê we hene, PDK bi rêya Parastinê çawa zextê li gel dike ku bike sîxûr hûn bikarin parve bikin?

Ji xwe tê zanîn bê ka MÎT li herêmê di nava liv û tevgereke çawa de ye. Di demê dawî de hem kar û xebat û hem jî tevgera MÎT’ê zêdetir bûye. MÎT û Parastin bi hev re li ser asta eşîretan karê xwe didomîne. MÎT dixwaze li herêmê bi xwe bi tevna sîxûriyê ava bike, hem jî dixwaze bi vê tevnê li dijî gerîla operasyonên taybet bike.

Parastin li vir mîna parçeyekî MÎT’ê kar dike. Bi zext û tirsê hinek kes xistine bi kontrola xwe. Li ser bingehê ku eger sîxûrî û hevkariyê bikin, sozên ku wê hemû pirsgirêkên siyasî û aborî çareser bibin, dixwazin mirovan bikişînin vê tevna sîxûriyê.

Ji xwe tê zanîn di demê dawî de teşkîlata MÎT’ê bi hewldanên mezin ên PDK’ê bi taybet li dijî rêveberên tevgera PDK’ê dixwazin operasyonan bikin, ketine nava hewldan û tevgerê. Ji xwe di encama girtina hinek sîxûran de ku bi raya giştî re hate parvekirin, hevkariya MÎT-Parastinê çawa xwe rêxistin dikin, têkliya van sîxûran a bi MÎT’ê re, dîsa li pêşberî sîxûriyê çiqas pere girtine hatine eşkerekirin. Dewleta Tirk a dagiker-qirker xebatên sîxûriyê yên bi salan li Bakurê Kurdistanê dikir, di nava çend salên dawî de bi rêya PDK’ê û saziyên girêdayî wê gihandiye asteke zêde. Li ser vî bingehî ji yên wan zêdetir xebatên navendên MÎT’ê li Başûrê Kurdistanê kar dike. Bi kinahî PDK û hinek saziyên wê weke şaxên MÎT’ê kar dikin.

KONSOLOSÊ HEWLÊRÊ WEKÎ WALIYÊ MÊTINGERIYÊ YE

Dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê weke herêmeke xwe dibîne û wisa nêzîkatî raber dike, gelo encamên van hevdîtin nabe sedemê ku statûya Başûrê Kurdistanê bikeve xeteriyê?

Nêzîkatiya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û stratejiya bi salan e birêve dibe, ne pir veşartî ye. Peymanên salên 90’î bi Barzaniyan re kirîn hene. Li pêşberî ku Başûr weke rêveberiyek bimîne, Barzanî wê bi hemû derfetên Başûrê Kurdistanê ve bike qadeke welê ku dewleta Tirk bikare lê rehet şer bike. Nexasim PDK li gel artêşa TC’ê ji sala 1992 heta 1996’an li gel artêşa Tirk a dagirker li dijî gerîla şer kir, hê di hafizeya me de zindî ye. Dewleta Tirk li pêşberî vê, desthilata PDK’ê li hember beşên din parast, bi hevkariyê zêdetir kir.

 Ji bo vê dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê weke qadeke ya mêtingeriyê dibîne. Ji ber vê dewleta Tirk bê ku xwe bispêre hiqûq û spartekekê Başûr weke pareçeyek ya xwe bikar tîne. Helwesta gel a li ber vê di asta herî jor de ye, li hember helwesta gel PDK zexteke zêde li gel dike. Dema em van temamî xisûsan li ber çav digirin, PDK xaka Başûrê Kurdistanê weke parçeyeke ya dewleta Tirk serwerî dike. PDK vê rewşê ji bo tevgera PKK’ê ya li dijî dewleta TC a dagirker têkoşîna netewî dike, vala derbixîne. Ev rewş heman demê statûya Başûrê Kurdistanê jî dixe xeteriyê. Ji xwe dewleta Tirk serfîrê xwe yê Hewlêrê weke waliyeke mêtinger bikar tîne. Fermanên rast e rast ên ji aliyê Erdogan ve tê şandi, pêk tîne û dide pêkanîn.

ÊRIŞA ÎRANÊ PEYAMEK BÛ JI BO PDK’Ê

Herî dawî Îranê bi fûzeyên balîstîk êrîş bire ser Hewlêrê, gelo sedemê vê çiye, mirov dikare bêje hevdîtinên bi Tirkiye û valatiya siyasî ya li herêmê ye?

Weke tê zanîn Îranê bi fûzeyên balîstîk êriş bire ser Hewlêrê û diyar kirin ku bi vê êrîşê navendek îsraîlê îmha kirine. Niha dikarin bipirsin çi karê Îsraîl û Mossadê li Başûr heye? Têkiliya PDK’ê ya bi Îsraîlê re ne rewşeke nû ye. Bi salan e têkiliyên Barzaniyan bi Îsraîlê re heye. Her çendî Îsraîl van têkiliyan li ser qenalên aborî pêş bixe jî, bi taybet ne fermî li nava Iraqê ji bo şopandina asta hêzan, eger pêwîst bike di heman demê de ku li dijî wan tevgerke bê kirin, dike armanc ku mudaxele bike. Nexasim di referanduma 2017’an de dewleta ku rolek berbiçav lîst Îsraîl bû. Berî referandûmê ji bo wan ragihandin ku piştevaniyê dikin, veşartî PDK teşwîqî vê kir. Sedem vê jî ew e ku têkiliyên heye bigihîne astekî jortir, li herêmê li ser PDK’ê hê zêdetir mekanizmaya kontrole ava bike. Bi taybet Îran ji vê pir aciz bû, ji  xwe piştî referandûmê zextên mezin li rêveberiya PDK’ê kirin. Dema ku pêkanînên mezin ji ber referandûmê hatin kirin, Îsraîlê desteka ji bo vê nîşan dabû înkar kir. Ji bo vê jî mirov dikare êrîşa Îsraîlê ya li Hewlêr li dijî navenda Îsraîlê weke peyameke tund a ji bo rêveberiya PDK’ê jî bibîne. Heman demê mirov dikare vê rewşê di demê dawî de PDK a li herêmê ji derveyî Îranê bi temamî bi Tirkiyeyê re ketina nava tevgerê, dîsa ji bo bi awayeke giştî ji krîzên siyasî yên li Iraqê serketî û encamên baş jê bigire, tevî her kesê bikare rehet hespê xwe bibezîne, vê çalakiyê pêk anîbe dîsa bigire dest.

GELÊ BAŞÛR JI PERGALA HEYÎ ACIZ E

Di demekê de êrîşên dagirkerî û dîsa krîzên civakî heye, rewşa civakî ya xelkê Behdînan û dîsa Başûr çawa ye, rojane xwepêşandan tên kirin?

Ji xwe ev bûyer û pêşketin herî zêde îro û sibeya gelê Başûrê Kurdistanê dixe xeteriyê. Xeta PDK’ê li şûna cih li gel tevgera PKK’ê ya bi salan e ji bo rizgariya netewî û rûmeta gelê Kurd têkoşînê dide û bi deh hezaran şehîd dane di vê rêyê de cih bigre, qedera gel jî xirab dike. PDK ji bo helwestên gel û aciziyên gel ên li hemberî dagirkeriya Tirk nede diyarkirin û van kiryarên Tirkiye rewa bide nîşandan, propagandayeke mezin dike. Dahata ji petrolê tê li şûna ku li gel vegere, li ser malbata Barzanî û derdorî xwe parve dikin. A digihêje gel jî krîzên aborî, giranbûna nirxên jiyanî û hejarî ye. Em dibînin li ber vê jî gel nerazî ye û her rojê radibin xwepêşandan dikin. Niha li vir ev xisûs pir girîng e. PDK a sedema esasî ya vê pirsgirêkê ye, xwepêşandanên li dijî dagirkeriya Tirk ji bo xwe heman demê weke fersendekê jî bikar tîne, bê hiqûqî û kesên li ber wan dengê xwe bilind dike, zilm û êşkenceyê dike û digire. Naxwaze kes li dijî Tirkiye û ne jî li djiî wan xwedî helwest be. Xaka Başûrê Kurdistanê ya bi xwîna sed hezaran şehîdî hatî avdan, xistiye bin lingê dagirkeran, ev jî dide nîşandan bê ka PDK çiqasî li pêşberî gelê Kurd rawestiya ye.

Ji her demê zêdetir, pêdiviya gelê Kurd bi yekîtiya neteweyî heye. Wekî gotina dawîn tu helwesta PDK’ê çawa dinirxînî?

Em li pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Hemû cîhan li ber arefeya şereke mezin ku vegera wê nîne ye. Denge ji nû ve tên avakirin. Di rewşeke wiha de ku eger Kurd yekîtiya xwe çêbike, ti şik û gumana vê nîne ku wê ev sed salên pêşiya me bibe sedsala Kurdan Eger ku di serî de PDK û hêzên din, li şûna bibin parçeyek têkoşîna gerîla û yekîtiya netewî ava neke, ji bo yên li ber xwe dide tesfiye bike, wê hem xwe tine bikin û hem jî sed salên din bi Kurdan bidin windakirin. Ji bo vê ya herî girîng ji bo Kurdan ew e ku yekîtiya têkoşîna netewî ye. Cihgirtina PKK’ê ya li gel yekîtiya netewî, ji aliyê PDK’ê ve weke ku tenê pêwîstiya PKK’ê bi yekîtiyê heye tê nîşandan. Cihgirtina li gel yekîtiya netewî û têkoşîna netewî erka her ferdekî Kurd e. Li ser vî bingehî erk û berpirsyariyên dikeve ser milê me di ferq û zanabûna wê de bin, tişta pêwîst bikin. Divê neyê bîrkirin ên li ber xwe didin bi teqez ser dikevin.