Rojnamevan Altûn ê 29 sal berê hate qetilkirin, hate bîranîn

Nûçegihanê rojnameya Yenî Ulkeyê Cengîz Altûn ku sala 1992'an li Êlihê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, li ser gora xwe hate bîranîn.

Cengîz Altûn li Êlihê di 24'ê Sibata 1992'an de dema ku diçû buroya xwe ya rojnameya Yenî Ulkeyê di êrişa çekdarî de hatibû kuştin.

Altûn di salvegera 29'an a qetilkirinê de li ser gora xwe ya li taxa Çamlicayê ji aliyê hempîşe û malbata xwe ve hate bîranîn.

Dayika wî Turkan Altûn, ferdên malbatê, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan û rojnamevan tevlî bîranînê bûn. Rojnamevanan qurnefîl danîn ser gora Altûn.

Dayik Turkan Altûn got, "Di rêya ku kurê min di ber re canê xwe feda kir, îro bi hezaran hempîşeyên wî hene. Kurê min yên li pey te tên mîna te pîşeyê te dimeşînin."

Serdar Altan jî got, "Cengîz Altûn rojnamevanekî bêtirs bû. Yek ji rojnamevanên destpêkê yên çapemeniya azad bû ku şehîd bû. Piştî qetilkirina Cengîz, Apê Mûsa, Huseyîn Denîz, Kemal Kiliç û gelek rojnamevanên mîna wan hatin qetilkirin."

Altan diyar kir ku emanetê wan li erdê nema, wê her tim bimeşînin.