Rojnamegerê girtî Bîlen: Em ê rûmeta pîşeyê xwe biparêzin

Rojnamegerê girtî Adnan Bîlen got: “Em ê li ser linga girtina rûmeta rojnamegeriyê bidomîn in.”

Ji nûçegihanê Mezopotamya Ajansê (MA) Adnan Bîlen ê piştî nûçeya di derbarê Servet Tûrgûtê ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve ji helîkopterê hatî avêtin û qetilkirin de hatî girtin, bi rêya parêzerê xwe peyamek şand.

Rojnameger Bîlenê ku li Saziya Cezayê Înfaza bi Ewlekariya Bilind a Wanê got: “Di qawûşa girtîgehê de, di parçeyek a rojamegeriyê de piştî 20 salan min li ber bîryara dadgehê re zanî ku ez ne rojnameger im. Min nezanî, ez li vê bikenim an bigrim. Piştî 20 sal min dest bi pişeyî kirî, biryarek bi vî şêweyî min pir bi lezgînî dît. Bi qerta çapemeniyê ya dadger yan dozger ên deshilatê nabe rojnameger. Ti rojnamevanek bi nîşandan rojnamevaniyê ya ji aliyê desthilatê ve nabe. Em ên bi erdê ve xwe kaş dikin, em ê rûmeta rojnamegeriya tê îllegelkirin di her şertî de li ser lingan bihêlin.”