Rojnameger Kurşun nehat berdan

Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat a bi BHQ’ê hatibû girtin Çetîn Kurşun ku bi îdîaya têkiliya wî bi ‘ciwannews.news’ re heye hatiye girtin, salek piştre derxistin pêşberî dadgeriyê. Kurşun nehat berdan, doz taloqî 30’ê Nîsanê hate kirin.

Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (BHQ) hatibû girtin Çetîn Kurşun tevî birayê xwe Sedat Kurşun, di 6’ê Sibata sala 2018’an de bi hinceta ‘têkiliya wî bi ciwannews.news’ re heye hatibûn destgîrkirin. 13 roj piştî destgîrkirinê rojnameger Çetîn Kurşun hate girtin. Salek piştre jî yekemîn rûniştina doza Kurşun li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê pêk hat. Di doza Kurşun bi îdîaya ‘endamtiyarêxistinê’ dihat darizandin de birayê Kurşun ê girtî tê darizandin jî amade bû.

Di heman demê de parêzerên Kurşun, rojnamevan û xizmên wî jî di rûniştinê de amade bûn. Kurşun piştî tespîta nasnameyê dest bi parastinê kir. Rojnameger Çetîn Kurşun îdîayên di derbarê wî de red kirin û daxwaza berdana xwe xwest.

Piştî parastina parêzvanan, heyeta dadgehê biryara xwe da. Heyeta dadgehê biryara berdewama rewşa girtî ya Kurşun da û rûniştina duyemîn taloqî 30’ê Nîsanê kir.