ROJEVA 23'Ê ÎLONÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Îlona 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Şefa Malavî Theresa Kachîndamoto ku bi sekna xwe ya li dijî êrîşên zayendî û rabûna li ber zewicandina zarokan tê naskirin, erka xwe ji bo başkirina jiyana jinan bikar tîne.

- Muhyeddîn Suleyman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nêz ve dît û ew nas kir got, "Dijmin ji nêrînên wî ditirse. Lê dereng ma. Nêrînên Rêbertî bû malê gel û mirovahiyê."

- Kewa Gozel ku di wêje, klam û şîretê Kurdan de timî qala wê tê kirin, ji ber polîtîkayên şer ên dewleta Tirk diqelihe.

- Parlamentera HDP'ê Başaran diyar kir ku îstîsmara zayendî êdî bûye polîtîkayeke dewletê û got, "Dewlet hewl dide civakeke apolîtîk û ne exlaqî biafirîne."