Rojbûna Ocalan li Kerkûkê hate pîrozkirin

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê bi çandina daran û şahiyekê hate pîrozkirin.

Encûmena Tevgera Azadî a Herêma Kerkûkê bi şahiyekê 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kerkûkê pîroz kirin.

Bi dirûşma ‘Rojbûna te rojbûna mirovahiyê ye’ bi qasî temenê Ocalan ango 70 dar hatin çandin û piştre bi şahiyekê 4’ê Nîsan hate pîrozkirin. Di şahiyê de Tevgera Azadî û PJAK’ê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de 4’ê Nîsan Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin û bal hate kişandina ser berxwedanên grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Ocalan ên di serî de li Kurdistan, Tirkiye û derveyî welat didomin.