Roja 2'emin a Nobeda Wijdan û Edaletê

Di roja 2'emin a Nobeda Wijdan û Edaletê ya li Wanê de, gel bend derbas kirin û bi çalakgerên Nobeda Wijdan û Edaletê re civiyan.

Nobeda Wijdan û Edaletê ya ku duh di nava dorpêçekî mezin de li Wanê destpê kir û polîsan destûr nedan gel biçe serdana çalakvanan. Çalakgerên Nobeda Wijdan û Edaletê îro bi gel re civiyan. Parlamentera Sêrtê ya HDP'yî Besîme Konca di nav de Serokatiya CHP' a bajarê Wanê, Hevparên KESK'ê, Platforma Hiqûqnasên Azad, Baroya Wanê, rêxistinên TUYAD-DER, MEYAD-DER, HDP-DBP'ê, Dayikên Aşitiyê, rêxistinên jinan û ciwanan, bi sedan kes çûn herêma nobed lê tê girtin.

Tevî gelek kesên ku xwe gihandin çalakvanan ji sedan ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Hunermend Pinar Aydinlar bi stranên xwe coş da nobedê û di roja 2'emin a nobetê de tevlîbûna gel berdewam dike.