RMMK: Divê raya cîhanî ji ber êrişên li ser Kurdan Tirkiyeyê bide sekinandin

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistan (RMMK) têkildarê qetlîama 7 endamên malbata Kurd ya li navçeya Meram a Konyayê daxuyaniyek da û bang li rêxistinên mafê mirovan ên herêm û cîhanê kir ku bila zextan li Tirkiyeyê bikin.

RMMK’ê derbarê qetlîama malbata Dedeogûllari ya ji aliyê faşîstên AKP-MHP’ê ya li Konyayê pêkhatî, li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de qala şêwazê qetlîamê hatiye kirin û bal hatiye kişandin li ser asta hovîtiya êrîşa pêkhatî. RMMK’ê her wiha qetlîama hatiye kirin bi tundî mehkûm dike û dibêje ku ev qetlîam cînayeteke mezin e û dikare di asta raya hiqûqî ya cîhanî û navnetewî de were şopandin.

Rêxistinê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû sazî û rêxistinên mafê mirovan û yên hiqûqî yên li ser asta herêm û cîhanê dike ku ji bo Tirkiyeyê neçar bikin dest ji siyasetên xwe yên sorkirina nijadperstiya li dijî gelê Kurd berde, bi lezgînî bikevin nava hewldanan û ji Tirkiyeyê bixwazin ku demildest qatilên wê qetlîama nijadperestiyê destgîr bike, bidarizîne û ceza lê bibire.