Rizgar Denîz li Mexmûrê hate bîranîn

Şehîdê çapemeniya azad Rizgar Adanmiş (Rizgar Denîz) li wargeha Mexmûrê hate bîranîn.

Nûçegihan Rizgar Adanmiş ku dema pêngava rizgarkirina Dêra Zorê dişopand di êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê de roja 18'ê Kanûna 2017'an şehîd bû, di salvegera yekemîn a şehadeta xwe de li wargeha Mexmûrê bi merasîmekê hate bîranîn.

Li gel malbata Adanmiş şêniyên wargehê tevlî merasîmê bûn.

Dayika Adanmiş Meryem Adanmiş li merasîmê axivî û got, "Îro salvegera şehadeta Rizgar Denîz e.Em Rizgar Denîz, Mehemed û Dilîşan Îbîş bi bîr tînin. Em bi rojan ser şehîdan bipeyîvin têr nake. Şehîdên me felsefeya jiyanê ne. Tişta ez ji bo xwe bingeh bigirim gotina Rizgar a dibêje: 'Dema mirov ji dinyayê diçe wê demê tê zanîn mirov kî ye'."

Rojnamevan Welat Kilîm jî destnîşan kir ku ew ê her tim li ser şopa Rizgar bin û wiha pê de çû: "Em jî di kesayeta Şehîd Rizgar de hemû şehîdan bi bîr tînin. Şehîd Rizgar bê du dilî li ser kêşana wêneyekî canê xwe feda kir. Eger ne ji evînek mezin bûya nedikarî wiha bijiya. Rizgar jî zarokek vê wargehê bû, ji bo ku zarokekî din ji axa xwe dûr nemine dixebitî. Herî dawî dema birîndar 70 rojan hewla jiyanê da. Em sersaxiyê ji malbatê, hempîşe û hemû gelê wargehê re dixwazin. Em ê şopdarên wî bin."

Bi navê Saziya Malbatên Şehîdan a Wargehê Hadî Pûsat jî sersaxî ji malbatê û hemû hevalên wî re xwest.

Piştî axaftinan sînevizyon hate nîşandan.