Riza Altûn: Nebûna Kurdan a li Astanayê hê di destpêkê de îflas e
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altun: Nebûna Kurdan a li Astanayê di destpêkê de îflas e. Teşeyekî çareseriyê yê ku hêzên Federasyona Sûriyeya Demokratîk tê de nebe, sûda wê nîn e ku bi pêş bikeve, hema bibêje sifir e.
ANF / ROJBÎN DENÎZ /DÎCLE ÎTO
BEHDÎNAN
yekşem, 22 rêbendanê 2017, 15:46
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altun têkildarî hevdîtina Astanayê axivî û got, ‘’Nebûna Kurdan a li Astanayê hê di destpêkê de îflas e’’ û her wiha diyar kir ku, ‘’ ku hêzên Federasyona Sûriyeya Demokratîk tê de nebe, sûda w ênîn e ku bi pêş bikeve, hema bibêje sifir e.’’
Endamê Konseya Rêveber A KCK’ê Riza Altun li ser krîza Sûriyê got ji bilî Hêzên Federasyona Bakurê Sûriyê ti hêzeke xwedî proje nîn e û hemû hêz li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin ne ji bo çareseriyê.
KRÎZA SÛRIYÊ BI FEDERASYONÊ DIKARE ÇARESER BIBE
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altun bal kişande ser krîza Sûriyeyê û got, çareserî di Sûriyeyeke demokratîk de ye:
Li Sûriyê çareserkirina kêşeyên ber dest û krîzê bi Sûriyeyeke demokratîk pêkan e. Sûriyeye demokratîk jî, dema ku mirov bala xwe bide rewşa sosyal û dîrokî ya Sûriyê weke nêzîkatiya herî rast derdikeve holê ku bi federasyonê dikare pêk were. Ji ber ku Sûriyê ji gelek beşên cihê yên civakî pêk tê. Komên etnîk zehf in. Di serî de Kurd, Êzîdî, Asûrî, Sûryanî, Çeçen, Tirkmen hene. Komên dînî û mezhebî yên cihê hene. Di paşerojê de li Sûriyê li ser bingehan ku van komên civakî bi hev bidin şerkirin, li Sûriyê desthilatdariyek hebû. Ji hêla dîrokî ve jî wiha bû. Ji xwe krîza niha ku em tê de ne jî krîza vê ye.
JI BILÎ HÊZÊN FEDERASYONA BAKURÊ SÛRIYÊ TI KESEKÎ PROJEYA ÇARESERIYÊ DIYAR NEKIRIYE
Dema ku em dîsa werin wê nîqaşê bê ka ev kêşe bi kîjan sîstema siyasî dikare were çareserkirin, ev bi li ser bingeha sîstema netew-dewlet, dewleta unîter çareser nebe û berevajî çareseriyê wê krîza heyî girantir jî bike. Niha ji bilî Hêzên Federasyona Bakurê Sûriyê, hema hema ti kesek, ji hêla hêzên ku şer dikin û serdest in dibêjim, ti kesek niha ji bo çareseriya Sûriyê ti projeya xwe diyar nekiriye. Ji ber ku ew Sûriyê herî pir, weke xaleke berjewendiya hegemonyaya xwe dibînin. Ji bo ku vê wiha dibînin, derdê wan bi Sûriyê tenê re ne sînordar e. Rewşeke têkildarî berjwendiya wan heye. Li pey rejîmeke wiha ne bê ka berjewendiyên xwe çawa dikarin pêk bînin. Li Sûriyê netew-dewlet hatiye rewşeke wiha ku nikare xwe derbibirîne. Tenê di destê hêzeke elît de kozek e û gotineke siyasî heye, ji bilî vê ti wateya wê nîn e. Ji ber ku ne xwedî sînorekî diyar e û ne jî xwedî serdestiyekê ye. Bi ser de jî di rewşeke wiha de ye ku nikare navenda xwe biparêze. Ev tê wê maneyê ku ev netew-dewlet bi giştî têk çûye. Niha her kesê ku di nav têkoşîn û şer de e, xwedî herêmekê ye. Û ev şer herêmên ku serweriyê tim diguherîne.’’
Nihat iştekî wiha heye. Heke em bala xwe bidine hevdîtinên Cinêvê ku pêşengiya wê Emrîka dikir, di hevdîtinên Cinêvê de xwestin ku Kurdan li derve bihêlin û çareseriyekê pêk bînin. Emrîka li ser bingeha hêzên çete yên girêdayî Tirkiyê tim Kurd feda kirin. Kurd feda kirin, bang li Kurdan nekirin ji bo ku tevlî Cinêvê bibin û bi van xwest kar bike. Dema ku Rûsya di pozîsyona qels de bû tim daxwaz kir ku PYD tevlî civînê bibe, lê bi rengê ku PYD tevlî bibe ew jî tevlê dibin birin Cinêvê. Cinêv çêne bû lê niha di têkiliya Tirkiye û Rûsya de, di têkiliyên ku Çîn û Îran hinekî destekê didin, hevdîtin hatin heta bi Astanayê. Heta ku em hatin Astanayê, Rûsya ku berê tim dixwest Kurd tevlî Cinêvê bibin niha qet behsa Kurdan nake, wan venaxwîne. Emerîka jî berevajî daxuyaniyê dide û dibêje, ‘’divê hêzên Kurd li Astanayê bin’’ Jixwe ji vir mesele tê fêhmkirin. Ango li vir Rûsya û Emrîka wî heqî di xwe de dibînin ku her kesî bi awayekî bêperwa, li gorî daxwazên xwe bi kar bînin. Li vir bêsamîmîbûneke mezin heye. Bi vê bêsamîmîbûnê pirsgirêk dikarin çareser bibin? Divê di serî de mirov wiha lê binere. Niha Emrîka li gorî berjewendiyên xwe di ser Cinêvê re û Rûsya jî wiha di ser Astanayê re dixwaze karê xwe bi rê ve bibe. Û hemû jî, her kesî weke têkiliya taktîk a berjewendiyên xwe dibînin. Vê carê pirsgirêk çareser nabe. Niha çawa ku ji ber ku Kurd nebirin Cinêvê bû sedem ku Cinêv îflas bike, niha jî ji ber ku Kurd nebirin Astanayê Astana di destpêkê de îflas kiriye. Teşeyekî çareseriyê yê ku hêzên Federasyona Sûriyeya Demokratîk tê de nîn e, ne xwedî wê siûdê ye ku bi pêş bikeve, sifir e. Modêleke çareseriyê ya bi înkara wan, tenê bi komkujiyên pir mezin, bi têkçûnên pir mezin dikare pêk were. Ev niha bi vê wateyê ne pêkan e. Wê demê Cinêv çawa ne pêkan bû, Astana jî wiha ne pêkan e.
DIBE KU TIRKIYE DERFETA KU LI ASTANAYÊ XWE BIDE BAZARKIRIN NEBÎNE
Ya dî, kêşe hê girantir e. Hêzên ku em ji wan re Selefî dibêjin ên li Sûriyê ji bin çengê Tirkiyê derketine. Bi alîkariya çek, cebilxane, pere û derfetên jiyanê ew li ser piyan girtine. Ev hêz nikare Tirkiyê ne. Heta ku Tirkiye li Sûriyê ew fînanse dikriin, têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re bi rê ve dibirin. Lê niha problem hene. Ji ber ku vekişîna ji Şamê, radestkirina Helebê ya ji bo rejîmê, bi Rûsyayê re danîna ev qas têkiliyan, wan hêzên çete hinekî nerehet dike. Hebûna wan a li Idlîbê talokeyeke mezin e. Vê talokeyê pir baş dizanin. Talokeyeke weke ya Tamîlan heye. Di Idlîbê de hatine dorpêçkirin û her roj têne bombekirin û ji vê pir ne xweş in. Niha bi belavbûna vê nerehetiyê, dibe di navbera wan hêzên ku xwe dispêrên Tirkiyê de pirgirêk derkevin. Tirkiye jî êdî nikare ji van hêzan hêzê bigire û li Astanayê xwe bide bazarkirin.