Rihê 14’ê Tîrmehê em anîn vê astê...

Heval Çiyager di Sûrê de bang kir, xwest hemû Kurdan bigihênê hev û heta dawiyê ji vê neqeriya. Niha hevalên Nasir, Leyla, Fadîle, hemû hevalên din ên fedaî û yên niha di grêvê de ne, parçeyekî xeleka azadiyê ne.

Nexwe mirov halo vedigere xweşikbûna zaroktiya xwe. Halo azad, halo xwînşîrîn dibe û wate dikeve her tiştê wî. Gava min heval Nasir Yagiz dît û hinekî ew nas kir, careke dîtir qane bûm ku zarokên vî welatî yên herî xweşik ên ku Rêber Apo nas dikin, fêhm dikin ev leheng in. Heval Nasir dibêje; “Rihê 14’ê Tîrmehê em anîn vî alî, ez bi vê çalekiyê giham van hestan û vê wateya kûr, ango bi Rêber Apo gihamê.’

Ez, niha bi heval Nasir re grêvên birçîbûnê yên li dijî tecrîtê û ji bo azadiyê tevde jî baştir, kûrtir fêhm dikim û xwe hê bêhtir parçeyeke wê dibînim. Ew heval gelekî xurt in û her roja diçe mezintir dibe dilê wan. Gava mirov xwe ji hemû tamên jiyanê rizgar dike, azad jî dibe. Manewiyat û hêza baweriyê gelek xurt dibe.

Di dîroka civakan de berxwedanên mezin çêbûne. Gelek bawermend û qehremanan ji bo fikra jê yeqîn dikirin, ji bo welat, çand û evînên xwe, canê xwe dane. Berxwedana Kela Dimdimê, Evîna Seyrê û Eliyê Mamed.. Têkoşîna Miradê Kinê ya li hemberî asimilasyona dewleta Tirk a li ser çand û hunera Kurdan. Çalekiya Mazlûm Dogan çend heb ji van in. Ew vîn û baweriya ku mirov halo xweşik û xwezayî dike...

Jixwe niha li Kurdistanê, li gelek deverên cîhanê, bi hezaran kes bi hev re li hemberî faşîzm, dagirkerî, paşverûtî û şerê sîstema kapîtalîst ê li ser civakan, li ber xwe didin. Bi hîskirin û baweriyeke gelek mezin vê dikin. Wilo bi zanebûn, bîrewerî û vîn vê dikin û di her kêliyê de bi ser dikevin. Her Kurd ê ku gihaştiye vê zanebûnê û tenê ne Kurd jî her kesên ev hîs kiriye û fêhm kiriye, niha bi rihê hemû pêşiyên xwe li hemberî vê desthilatdariyê şer dike. Beriya her tiştî bi xwe re şer dike ku dijminê di hindirwê xwe de bikujê û dikujê jî. Xwe rizgar dike. Welatê xwe rizgar dike. Ev, şerê dîrokî ye. Mirov gava vê dibînê, dikeve nava coş û hêviyeke mezin. Yanî mirov bi qasî têkoşîna xwe, ji serketinê yeqîn dikin. Ê niha bi hezaran kes bê nan û xwarin in lê wilo xweşik, wilo bi coş in; rihê wan wilo şîrîn e û her kesî dikêşe cem xwe, hemû kesî bi xwe re xweşik dike. Bi vê yekê, derbên giran li dijmin dixin. Ev berxwedan ji her deverî mirovan digihinê hev, mirov hez ji hev dikin êdî. Civak, xwe ji wê nefreta ku sîstem bi zorê dixwaze bixe nav, xwe ji wê qirêjê paqij dike. Hevalê Çiyager, di Sûrê de bang kir, xwest hemû Kurdan bigihênê hev û heta dawiyê ji vê neqeriya, serê xwe danenî. Niha hevalên Leyla, Nasir, Fedîle û hemû hevalên di zîndanê de xwe feda kirin, yên niha di grêvê de hemû jî parçeyê xeleka azadiyê ne. Hîskirina wan, fêhmkirinê jî tînê. Em wan fêhm dikin, rihê wan ê şîrîn, azad hîs dikin û dibin parçek ji vê yekê. Fêhmkirina hevalê Nasir, fêhmkirina hevala Fadîle ye, fêmkirina bi hezaran kesan e, hîskirina Rêber Apo ye. Hezkirina axê ye, hezkirina  azadiyê ye...

Heval Nasir, di 14’ê Tîrmehê de ji dayik bûye. Ew bi xwe jî dibêje; ‘tiştekî tesaduf nîne, hîç tiştek ji ber xwe ve nîne’ û wateyeke mezin dide vê çalekiya xwe, wilo destpê dike. Jiyan bi sir û razên xwe xweşik e û mirov hebûneke ku tim di nav lêgerînê de ye. Lêgerîn mirov ber bi azadiyê ve dibe. Gava mirov her tim  li pey wê wateya kûr a azadiyê be, wê qedrê jiyanê jî zanibe û hezkirin wê ji bo vê armanca mezin be. Hemû tişt bi hev girêdayî ye, dema ku mirov wilo lê meyzênê, wê vê yekê baş bibîne. Tiştên heqîqî, ti carî ne bê wate ne.

Xeyaleke hevalê Nasir a dî jî heye: Dixwaze li ser Miradê Kinê filmekê çêbike. Pêkhatina wê xeyala wî jî, girêdayî serkeftina vê çalekiya wî ya greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîta li ser Rêber Apo û li ser gelê Kurd e. Jixwe mirov bi qasî ku azad bifikire, karê xeyalên xwe jî azad bike. Xeyalên mirovan, kesayeta wan û şêwaza wan jî eşkere dike. Kesekî ku dixwaze Miradê Kinê ji nû de bîne bîra hemû kesî, bigihîne dil û mêjiyê her Kurdî hevalê Nasir. Mirovekî/e ne bîrewer û ne jêhatî be serê xwe bi tiştekî halo naêşînê jixwe. Lê ew, Mirado wilo hîs dike, wilo bi pêşiyên xwe ve girêdayî ye ku ev yek, eşq û şewqê dide rihê wî. Ev hişmendiya rast a li beramberî çanda xwe ye jî. Îro dijmin pir dixwaze me bi çanda me biqelîne. Ev rêzefilma Çûkûr, Hercaî û yên weke wan hemû jî şerê taybet ên li ser çand û hişmendiya demokratîk a civakê ne. Civak jî bi çanda xwe, xwe şîn dike û diparêzê. Mirovê ku li ser çanda xwe şîn nebe wê tim nîvî be û wê zehf tişt ji wateya jiyana wî/ê kêm be. Pêşiyên me jî belasebeb negotine “Dar li ser koka xwe şîn dibe.” Heval Nasir dibêje; “Miradê Kinê ji bo wêje, muzîk û stranên Kurdî û ji bo şoreşê, kedeke mezin daye û niha bi gotin û şer û lawikên xwe di nava hunermendê Kurdan de mezintirîn kesê ku bi kemançe û şêwaza xwe ya xweser strandiye. Aheng û ritmên muzîka wî, wate û kûrbûna di peyvên wî de tam rastiya jiyanê ye. Dîrok e. Ew melodî kêf û eşqê dixin dilê mirov, hêz û qeweta jiyanê bilind dikin. Coşa rihê mirov geş dikin. Zanebûna dîrokê pêş dixe. Mirado jî ev çand, ji kevneşopiyeke kûr girtiye bêguman.”

Heval Nasir ê ku dil û mêjiyê xwe, rihê xwe xistiye riya jê bawer kiriye, riya fikr û bîra Rêber APO. Xeyalên wî jî weke wî kûr û mezin in. Heval Nasir vê jî dibêjê; “Heke ez karibim li ser Mirado belgefilmeke baş çêbikim, tiştekî ku ez ê nikaribim bikim namîne.’  Jixwe hevalê Nasir ku ev 160 roj in di greva birçîbûnê de ye, nîşanî me da ka vîna wî çiqas mezin e û dikare çi bike. Ango ev vîn, vîna Rêber Apo, vîna şehîdan e, vîna Nasir û Leylayan e, vîna hemû Kurdan e. Nasir, niha laşê, dil, hêz, ciwanî û vîna hemû Kurdan e. Em jî bibin dengê wî. Ew dibêjê, “Bi we hemûwan re ev rih heye.’  Em jî parçeyeke vî rihî ne. Tişta girîng ew e ku em bikevin ferqa xwe û bibin dengê wan hevalên ku niha bedena xwe ji bo civaka xwe, ji bo bawerî û azadiyê dane vê riyê. Niha her tişt ji bo yekparebûnê amade ye. Xweşikbûna azadiyê, di çavên hevalê Nasir ên biriqî de bangî me dike.