Rêxistinên Sivîl ên Amedê hişyarî dan: Trajediyên mezin wê bên jiyîn

Rêxistinên Saziyên Sivîl ên Amedê nerazîbûn nîşanî sererastkirina înfazê ya cihêkar da û daxwaz kir tavilê wekhevî pêk bê. Saziyên sivîl hişyariya ‘Trajediyên mezin wê bên jiyîn.

Rexistinên civaka sivîl ên Amedê KESK, TMMOB, DÎSK, Baroya Amedê, Odeya Diransazan, Înîsiyatîfa Maf, Komeleya Derûnasên Mezopotamya, Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî (SHUDER), Odeya Bijîşkan, Weqfa Mafê Mirovan a Tikriyê (TÎHV), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) têkildarî guhertina qanûn înfazê ya di Komîsyona Edaleta Meclîsê de derbas bû daxuyaniyek belav kir.

Saziyan nedaxilkirina girtiyên siyasî ya qanûnê rexne kirin û bal kişandin ser metirsiya girtî pê re rû bi rû mane.

Saziyan bal kişandin ser newekheviya guhertina yasaya înfazê û gotin: “Em dixwazin di guhertinê de wekhevî pêk were. Em dixwazin hemû girtiyên siyasî ji rojnamegeran bigire heta wekîl û hevşaredaran ên ji ber ramanên xwe girtî ne demildest werin berdan. Heke girtî neyên berdan wê rê li ber trajediyek mezin veke.”