Rêxistina HDP’ê ya Wanê operasyonên qirkirina siyasî protesto kir

Rêxistina HDP’ê ya Wanê operasyonên qirkirina siyasî protesto kirin û got: “Em gav bi şûnde navêjin.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê têkildarî operayonên qirkirina siyasî ya di serî de li Amed, Enqere, Dersim, Mêrdîn, Wan, Mêrsîn, Kocelî, Mûş, Wan, Stenbol û gelek deverên din ên di nava du rojan de li dijî HDP’iyan tên kirin daxuyaniyek da.

Hevserokê HDP’ê Okkaş Kava daxuyanî da û got: “Hejmara kesên di operasyonên qirkirina siyasî ya duh de 17 îro gihişte 48’an. Bi awayekî bê hiqûqî hevalên me tên destgîrkirin. Bi rojan wekîlên me tên şopandin û bi wayekî korsanî pêşiya wesayîta wan digirin û endamê Meclîsa Partiya me Yûnûs Dûrdû didin sekinandin û wî bi zorê dibin. Li dijî vê em gavekê jî bi şûnde navêjin.”

Piştre jî Parlementerê HDP’î Mûrat Sarisac jî axivî û bal kişand ser zext û operasyonên qirkirina siyasî ya li ser partî, rêveber û endamên partiya wan.