Rêxistina HDP'ê a Wanê operasyonên qirkirina siyasî şermezar kir

Rêxistina HDP'ê ya bajarê Wanê, operasyonên destgîrkirin û girtina endamên wan ku rojên dawî zêde bûne şermezar kir.

Rêxistinên HDP'ê yên bajar û navçeyên Wanê, ji bo operasyonên qirkirina siyasî şermezar bikin, li avahiya HDP'ê ya bajêr civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevserokên HDP'ê yên bajêr Yadîşen Karabûlak û Umît Dede, hevserokên DBP'ê yên bajêr Ayla Tarhan û Okkeş Kava û rêveberên bajar û navçeyan tevlî bûn.

Umît Dede daxuyanî da û bi bîr xist ku ji 8'ê Adarê û vir ve Hevserokê û rêveberên wan ên navçeyên Ebex, Rêya Armûşê û Elbakê jî di nav de 300 kes li Wanê hatine destgîrkirin

Umît Dede bi bîr xist ku hêzên çekdar ên dewletê avêtin ser avahiya partiya wan a bajêr, lêgerîn kirin û got, "Dixwazin em hînî vê rewşê bibin. Lê em ti carî hînî vê bêhiqûqiyê nebûn û em ê nebin. Em dixwazin hevserokên me û welatiyên me yên hatine destgîrkirin tavilê bên berdan û dawî li polîtîkaya zext û girtinê ya li ser partiya me bê anîn."

Umît Dede destnîşan kir ku wê ti carî serê xwe li ber vê pêla girtinê netewînin û ji têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê venegerin.