Rewşenbîr û akademîsyenên Başûr çûne Qendîlê
Piştî Pêşmerge û ciwanan, ji herêma Behdînan komek rewşenbîr û akademîsyen çûne Qendîlê û piştgiriya xwe ya ji bo Gerîla diyar kirin.
Piştî Pêşmerge û ciwanan, ji herêma Behdînan komek rewşenbîr û akademîsyen çûne Qendîlê û piştgiriya xwe ya ji bo Gerîla diyar kirin.
Îro komek rewşenbîr û akademîsyen ji Behdînan a Başûrê Kurdistanê çûne Qendîlê û xwestin ku kongra netewî kêliyek beriya kêliyekê pêk were.
Li ser navê rewşenbîr û akademîsyenan Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Duhokê û Endamê Desteya Rêveber ê KNK’ê Kamûran Berwarî axivî û got, PKK ne tenê partiya parçeyeke Kurdistanê ye lê ya hemû Kurdistanê ye, hêza parastina hemû Kurdistanê ye.
‘PKK DIVÊ LI HER DEVERA KURDISTANÊ BE’
Berwarî got heqê PKK’ê heye ku li her deverê têbikoşe û wiha berdewam kir: ‘’Ji bo vê jî, kesên ku dibêjin bila PKK ji Başûrê Kurdistanê derkeve, ji perspektîfa tevahiya Kurdistanê nanerin. Ew tenê ji parçeyekî dinerin û li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Ji bo vê jî, îro yên ku Kurdistan dagir kirin û dijminatiyê li Kurdan dikin, çawa ku dixwazin Kurdistanê parçe bikin, ew jî bi heman rengî dinerin.’’
‘ZIYARET PEYAMA YEKÎTIYA KURDAN E’
Berdevkê Karê Derve yê KCK’ê Serhat Varto bi heyetekê koma ku hatî pêşwazî kir û spasiya wan kir. Varto got ziyareta wan ji bo wan pir giranbuha ye, bi vê ziyaretê Kurdan peyam dane dijminan ku ew careke dî şerê navxweyî nakin.
Varto diyar kir Kurd biryardar in ku li dijî dagirkerî û qirkirinê li ber xwe bidin, weke tevger amadekariyên mezin ên vê jî kirine û got: ‘’Em spasiya xwe li we mêvanan dikin. Divê were zanîn ku tevgera me ji bo ku zextên li ser gelê me bişkîne amadekariyên pir girîng kirine. Dîsa em dixwazin amadekariyên ji bo kongra netewî xurt bikin.’’
‘PIRSGIRÊKÊN NAVXWEYÎ BI KONGRA NETEWÎ DIKARIN ÇARESER BIBIN’
Varto bal kişande ser pirsgirêkên di navbera hêzên siyasî yên Kurdan de û got ev kêşe li kongra netewî dikarin çareser bibin.
Varto diyar kir pirsgirêkên navxweyî yên hin partiyên Kurd li pêş kongra netewî asteng in û got: ‘’Divê kêşe ne li pêş kongra netewî bin, berevajî kongra netewî cihê çareseriya pisgirêkan e’’ û bi berdewamî: ‘’Heke nêzîkatî bi vî rengî be wê daxwaza gel bi cih were. Dewleta Tirk dixwaze pêkhatiyeke dij Kurd ava bike. Lê heke hemû hêzên siyasî yên Kurd bibin yek, wê demê ti hêzeke dagirker wê nikaribe li pêş Kurdan raweste.
Gelê me li Bamernê çawa li pêş tangên Tirkan sekinî, li ser Qendîlê jî êrîş çêbibe wê li pêş tangan bisekine. Ji bo vê jî em gelek nirx didin vê ziyareta we û spasiya xwe li we dikin.’’