Rewşa yek ji sivîlên birîndar giran e, yê din binçavkirî ye

Tedawiya bavê 13 zarokan Celal Yildirim dewam dike, ku li gundê Mişref ê Licê ji ber guleyên ji helîkoptera leşkerî hatin reşandin bi giranî birîndar bû. Ji birîndaran Munîr Serîn jî piştî tedawiyê hate binçavkirin.

Li gundê Mişref ê navçeya Licê ya Amedê, helîkoptera leşkerên Tirk duh êvarê gule li gundiyan reşand û di encamê de Celal Yildirim û Munîr Serîn birîndar bûn. Di dema êrîşê Walîtiya Tirk a li Amedê ragihand, ku wan li 4 gundan derketina derve "qedexe" kirine. Hêzên çekdar ên Tirk demeke dirêj nehiştin ku birîndar ji bo nexweşxaneyê werin rakirin û bi saetan li naverastê man.

REWŞA YEK JI BIRÎNDARAN GIRAN E

Mehmet Yildirim birayê Celal Yildirim, ku di dema bûyerê de li gund bû, qala êrîşê kir. Ji ber ku li gund derketina derve qedexe ye, bi rêya telefonê me xwe gihand Yildirim. Mehmet Yildirim got, bûyer duh êvarê saet di 22:00 de qewimiye. Yildirim ev agahî da: "Kekê min Celal û Munîr bi traktorê dihatin gund. Li cihekî nêzî gund, ji xafil gule li wan reşandin. Celal 58 salî ye û 13 zarokên wî hene. Munîr 32 salî ye. Kekê min ji serî û lingê xwe birîndar bû. Munîr jî ji lingê xwe birîndar bû. Bi saetan nehiştin birîndar bên rakirin û bibin nexweşxaneyê. Saet di 01:00 de destûr dan ku birîndar bên rakirin ji bo nexweşxaneyê. Rewşa kekê min giran e. Munîr jî bi sivikî birîndar bû."

BIRÎNDARÊ DIN BINÇAVKIRÎ YE

Li gorî agahiyan, birîndar ewilî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Lincê û piştî mudaxleya destpêkê ew rakirin Nexwexaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî. Tedawiya Yildirim ku ji serî û lingê xwe bi giranî birîndar bû, dewam dike. Serîn ê birîna wî sivik e, piştî tedawiyê yekser hate binçavkirin. Nayê zanîn bê Serîn ê binçavkirî birine ku derê.

LEŞKERAN AVÊTIN SER MALAN

Leşkerên Tirk hê jî li derdora gund e. Piştî ku birîndar rakirin nexweşxaneyê, leşkerên Tirk avêtin ser malan, yek bi yek li nava malan geriyan û kontrola GBT kirin. Gundiyan gotin, di dema lêgerînê de leşkeran heqaret li wan kirine.

HEYETA HDP'Ê BERÊ XWE DA GUND

Parlamenterên Amedê yên HDP'yî Feleknas Ûca, Ziya Pîr, Sîbel Yîgîtalp û rêveberên partiyê ji bo lêkolînkirinê duh bi şev berê xwe da gund. Ketin û derketina gund ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye girtin. Hat gotin, wê destûr ji heyeta HDP'ê re neyê dayin ku bikeve nava gund.