Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Rewşa Şaredariya Artemêtanê ya berî û piştî qeyûm

Şaredariya Artemêtanê ya DBP’ê beriya ku bi darbeya AKP/Qesrê qeyûm were ser, yek ji wan şaredariyan bû ku weke mînak dihate nîşandan. Qeyûm, niha hemû xizmet dane rawestandin û li gorî berjewendiyên Qesra Erdogan tevdigere.

Şaredariya Artemêtanê a DBP’ê beriya 11’ê Îlona 2016’an, beriya ku qeyûm bi darbeya Erdogan were ser şaredariyê bûbû yek ji wan şaredariyên mînak. 2014’an di hilbijartina xwecih de DBP’ê sedî 51 û AKP’ê sedî 40 standibû. Bi sîstema hevseroktiyê Sevîl Rojbîn Çetîn û Abdulkerîm Sayan hatibûn ser şaredariyê. Çetîn û Sayan odeyê meqamê ya şaredar rakiribûn û ev der kiribûn odeya gel. Gel bêyî randevû dihate şaredariyê û dikarîbûn hevşaredaran bibînin. Civîna meclîsa şaredariyê ne li pey deriyên girtî lê li taxan bi gel re dihate kirin.

BÛDÇEYA ŞAREDARIYÊ GEL DIYAR DIKIR

Şaredariya Artemêtanê bûdçeya xwe li gorî daxwaza gel diyar dikir. Li taxan sendoq dihate danîn û ji gel dihate xwestin ku diyar bikin xizmetê bêhtir li kîjan qada bikin. Li gorî encamên ji sendoqê derdiketin, pediviyên taxê dihatin diyar kirin û bûdçe jî li gorî vê diyar dibû. Bûdçeya salane ya şaredariyê 26 milyon TL bû.

GELÊ ARTEMÊTANÊ BÛ XWEYÎ AV

Li gorî avaniya demokgarfîk a navçeyê bernameyên çandî dihatin lidarxistin û bi mebesta ku destekê bide Kobanê şaredariyê turnuva û plaf futbol li dar xist. Bi mebesta pêşvebirina perwerdehiya Kurdî krêşeke bi navê Dayika Taybet (Taybet Înan) hate vekirin, ku Dayika Taybet li Silopya hatibû qetilkirin. Li gel ku Artêmêtan li sînorê Gola Wanê jî bû gel nikarîbû bib xwedî av lê şaredariyê bi projeya peravê bi giştî ev problem çareser kir.

DESTEKA LI JINÊ Û DARÇANÎNÊ

Şaredariyê Artemêtanê giraniya xebatan da xebatên jinê û di bin Midûrîyeta Jinê de yekîneyên têkoşîna dijî tundiya jinê, ekonomî û perwerdehiyê hatin vekirin. Di nav projeya Darajiyanê de 9 hezar donum zevî hatin çandin.

Her wiha şaredariyê di nav çarçoweya şaredariya ekolojîk de 5 hezar şitl çandin. Li 24 taxan ji bo zarokan koma lîstikê hatin çêkirin. Di demeke kurt de rê bi aslaft û kevirên parkeyê hatin çêkirin.

DESTESER KIRIN

Piştî ragihandina xwerêveberiyê 24’ê Tebaxa 2015’an hevşaredar Sevîl Rojbîn Çetîn û Abdulkerîm Sayan ji kar hatin kirin û Çetîn hatibû girtin. Ibrahîm Ozkan weke qeyûm hate ser şaredariyê. Ozkan pêşî xebatên jinê ji xwe re kire hedef û got, ‘’karê min ê pêşî, ez ê midûrîtiya jinê bigirim ku partizaniyê dike’’ û hemû xebat dane sekinandin.

ODEYA GEL KIRI ODEYA MEQAMÊ

Qeyûm Ozkan odeya gel kire odeya meqamê û sîstema randevûyê anî. Beriya qeyûm di têketa şaredariyê de lêgerîn nebûn lê niha lêgerîn di asta bilind de ye, cîhaza x-ray hatiye danîn û karker jî di nav de li her kesî digerin. Bi kozikên nobetê û cihên lêgerînê weke ku qereqolên polîsan vekirine.

Hemû agahiyên xebatkarên şaredariyên birin Midûrîyeta Emniyetê ya Wanê, li ser wan lêkolîn hate kirin. Hemû midûr guherandin, 3 karmend ji kar dûr xistin, 47 ji kar avêtin.

Çavê wan Kurdî û Ermenî bar negirt. Navên Kurdî yên midûrîyetan hate rakirin. Her wiha tabêla agahdarkirinê ya di têketa navçeyê de ya bi Kurdî, Ermenî, Ingilîzî û Tirkî hate rakirin. Qeyûm niha hemû xizmet dane sekinandin û li gorî berjewendiya Qesrê tevdigere.