Gelê wargehê bi hêrs e; ji hikumeta Iraqê daxuyaniyekê dixwaze

Li cihê êrîşa ku şevê din li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê pêk hat, bi îhtîmala ku di bin xirbeyan de kesek mabe xebatên lêgerînê didomin. Xeteriya jiyanî ya 3 birîndaran jî hê didome. Şêniyên wargehê jî li benda daxuyaniyek hikûmeta Iraqê ne. 

Dijwariya êrîşa ku şevê din saet derdora 18.45’an de li hemberî cihê Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê pêk hatibû, bi ronîbûna rojê de zêdetir hat dîtin.

Di êrîşê de ku hat gotin êrîşa hewayî ye, avahiya hêzên parastinê bi temamî hilweşiyaye. Her wiha di avahiyên welatiyên sivîl ên derdorê de jî ziyan pêk hatiye.
 
Der barê encamên êrîşê de heta niha daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn, lê di daxuyaniya Meclîsa Gel a Mexmûrê de hat diyarkirin ku şehîd û birîndar hene. Li cihê êrîşê jî bi îhtîmala ku di bin xirbeyan de kesên sivîl mabin, xebatên lêgerînê didomin.
  
Li aliyê din dermankirina kesên ku di êrîşê de birîndar bûne didome. Rewşa 3 birîndarên ku destpêkê veguhestibûn Nexweşxaneya Rojava ya li Hewlêrê û ji wir jî veguhestibûn Nexweşxaneya Par, hîn giran e û xeteriya wan a jiyanî heye.
 
Meclîsa Gel a Mexmûrê şevê din daxuyaniyek nivîskî weşandibû û diyar kiribû ku êrîşek hewayî li dijî cihê Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê pêk hatiye. Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku ji êrîşê Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hêzên ku qada hewayî ya Iraqê bi kar tînin berpirsyar in. Di daxuyaniyê de her wiha ji Hikûmeta Iraqê hatibû xwestin ku têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide.
 
Şêniyên wargehê jî li dijî êrîşê nerazîbûneke tund nîşan dan û ji hikûmeta Iraqê xwestin ku li ser mijarê daxuyaniyekê bide.