Rewşa dawî ya Kerkûkê: Hemû rêyên sereke hatin girtin

Li dijî êrîşên li hemberî Kerkûkê, hêzên gerîla, şervanên dilxwaz ên ji şêniyên bajêr û pêşmergeyên bajar neterikandine, hemû rêyên sereke yên bajêr li trafîkê girtin.

Şervanên dilxwaz, hêzên gerîla û pêşmergeyên bajar neterikandine, xeta parastinê ya li Kerkûkê berfireh kirin.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, di serî de rêyên navbera Kerkûk-Silêmanî û Kerkûk-Hewlêrê, hemû rêyên sereke yên hatin û çûna Kerkûkê hatine girtin. Tê gotin, ji bo pêşî li êrîşên gengaz û derketina hin koman ji nava bajêr bê girtin, ev rê hatine girtin.

Wekî din, bi hezaran kesên ber bi xeta parastinê ya hêzên gerîla ve herikîn gotin, di nava her şert û mercî de ew ê bajarê xwe neterikînin.

IRAQ: ME HIN CIH KONTROL KIR

Fermandariya Hêzên Hevpar a Iraqê jî bi daxuyaniyekê îdîa kir, ku hêzên Iraqî hin herêmên li Kerkûkê kontrol kirine.

Di daxuyaniya fermandariya navborî de hat gotin, "Hêzên me pira Xald, rêya Riyaz, dibistana Xald, deriyê Meryem Beg, rêya Reşd-Meryem Beg, taxên Pîşesaxî û Tirklam, bajarokê Yaycî, febrîqeya gazê ya li bakur, navenda polîsan û parzûngeha petrolê ya li nêzî febrîqeya gazê kontrol kirin."

Hêzên Heşdî Şebî duh bi şev êrîşî Kerkûkê û bajarokê Xurmatû kiribûn. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, bajarokê Xurmatû ketiye destê hêzên Heşdî Şebî.