Rêveberiyên Şengalê: Heta metirsî hebe, wê PKK’e jî hebe

Rêveberiya Demki ya Şengalê deklarasyonek dan çapemeniyê û diyar kirin û got: “Şengal ji aliyê PDK’ê ve bê parastin hate hiştin, PKK’e ji erkê xwe yê mirovahî pêk anî û hatin hewara me. Heta metirsî hebin wê PKK jî hebe.”

Rêveberiya Demki ya Şengalê deklarasyonek dan çapemeniyê û diyar kirin ku fermana 2014’an komployek bû û PDK’e jî hevkarê wê bû û wiha gotin: “ Şengal ji aliyê PDK’ê ve bê parastin hate hiştin, PKK’e ji erkê xwe yê mirovahî pêk anî û hatin hewara me. Ew alî û hêzên dibêjin bila PKK’ derkevin, em jî wan re dibêjin heta metirsî û parastina Şengalê bi temamî bi cih neyê wê bi ti awayî PKK’e ji Şengalê dernekeve.”

Rêveberiya Demki ya Şengalê deklarasyonek dan Kongrek Çapemeniyê. Deklarasyon li bajarokê Xanesorê yê Şengalê hate dayin. Daxuyaniya çapameniyê de Fermandariya YJŞ’ê Melîs Emer Salih, Fermandariya YBŞ’ê Seîd Hisên Seîd, Serokê PADÊ Qehtan Elî Osman, Serokê Meclîsa Avaker a Şengalê Xidir Salih, Rêveberiya Asayişa Êzidxanê Faris Herbo Xidir, Endamê Rêveberiya TAJÊ Kurdê Elî Ezîz, Endamê Rêveberiya Meclîsa Ciwanên Şengalê Brahîm Emer Îdo amade bûn. Daxuyani bi zimanê Kurdî û erebî hate xwendin. Ya Erebî ji aliyê Salih Xidir ve, ya kurdî ji aliyê Devrim Amed ve hate xwendin.

Naveroka Deklarasyonê wiha ye:

“Fermana ku di 2014’an de gelê Êzidî rû bi rûyê çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wê hatin, bi hezaran însan bûn qurban. Ev qurbanî çi Êzidî û çi jî pêkhateyên din bin, bi hezaran jî dîl hatin girtin. Ev jî bo sedem ku gelê Êzidî neçarî koçberî bibe û axa xwe terk bikin. Cihên pîroz hatin xirab kirin, axa gelê Êzidî hate talan kirin. Ev ferman di sedsala 21’an em wekî sedsala pêşketina fikir, teknolojî û saziyên mafên mirovan pêk hat,lê cîhan hemû deng xwe nekir. Lê rexmê 2 sal ser vê fermanê re derbas bûne heta niha em êşa fermanê dikişînin. Heta niha jî ne aliyên hundir û ne jî hêzên navnetewî ve ti alikarî ne dane me.

Em wekî Nûnerên Berxwedana Çiyayayê Rûmetê- Çiyayê Şengalê, em bi navê Komisyona Demkî ya Rêveberiya Şengalê vê deklarasyonekî radigihînin ji raya giştî ya hundir û cîhanî re; em daxwaz û xwestekên xwe gelê ragidigînin.

Daxwaz û xwestekên me jî wiha rêz dikin:

1-Em di wê baweriyê de ketina çeteyên DAIŞ’ê, ya li Îraqê û bi taybet jî parêzgeha Mûsilê komployek bû, ji aliyê navendî û dewletî ve pêk hat. Ev jî bi armanca ku herêmekî Sûnî were ava kirin. Sûnî beramberî wê bibin alîkar li ser çarenûnsa Hikumeta Herêm ê.

2-PDK’ê hevkar û şirîkê vê komployê bû, taybet jî li herêmê Êzidiyan. Îspata me ew e ku PDK’ê hêzên xwe bê ku şer bikin, di demê çete ketin hundirê Şengalê de, PDK’ê jî hemwext hêzên xwe ji herêmê vekişandin. Ev di rapora NY’yê ya hezîrana 2016’an de jî hate îspatkirin.

3-Di encama vê vekişandinê de gelê Êzidî rû bi rûyê çeteyên DAIŞ’ê man, gelê Êzidî neçarî mirin û terkirina axa xwe bûn.

4-Roja 5’ê Tebaxa 2014’an Berpirsyarê Giştî yê HPG’ê Mûrat Karayilan di ragihandinê de eşkere kir ku pêwîste hêzên wan xwe bigihînin Êzidiyan û gelê ku rû bi rû yê DAIŞ’ê mayî biparêzin û ji tûnebûnê xilas bikin.

5-Di vê demê de me ne bihist ku aliyek tenê jî red kirina hêzên PKK’ê an jî neqebûl kirina wan a ketina Şengalê nerazîbûnên xwe bide nîşan dan, aliyên ku îro dibêjin bila ev hêz ji Şengalê derkevin,wekî PDK’ê ku pişta xwe da gelê Êzidî û hêzên xwe vekişandin, an jî dewleta Tirk a ku îro jî gelê Êzidî ên di Çiyayê Şengalê de bombebaran dike. Armanca van bombebarana gelê sivîl bitirsîne û Şengalê bi temamî jî Êzidiyan bide valekirin, an jî hinek Êzidiyên girêdayî PDK’ê yên ku tenê temsilê PDK’ê dikin, ne ya gelê Êzidî dikin. Tenê temsîla PDK’ê dikin, di demê herî zehmet de gel bê parastin hiştin.

6-Êrîşa hêzên Berzanî di 3’ê Adara 2017’an de ya li ser Xanesorê, armanca vê êrîşê bakurê Çiyayê Şengalê dagir bikin û plana 3’ê Tebaxê bi temamî bigihînin serî.

7-Em wekî nûnerên gelê Êzidî yên ku berxwedanê li hemberî DAIŞ’ê kirin, di şert û mercên herî zehmet ên di germahî, serma, birçî û bê av de ev 3 sal e têkoşîn dikin. Her wiha me bi dehan zarokên xwe kirin feda ji bo em Çiyayê Şengalê yê ku bi dehan car em ji fermanê xilas kirin, ji bo ku em biparêzin û nekevin bin destê çeteyan de. Heman demê de me bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê kuştin û birindar kirin. Van hêzên me yên berxwedêr karîbûn beşek mezin axa Şengalê û Çiyayê Şengalê bi temamî ji destê çeteyan rizgar kirin. Em xwe wekî nûnerên gelê Êzidî dibînin ji pêşeroja Şengalê, daxwaza mafê wan, jiyanek aram,dikin. Em rê nadin ti alî û hêzên cuda li ser navê Êzidiyan an bi axivin, an jî xwe wekî nûnerê êzidiyan bidin nasandin, taybet jî kesên girêdayî Berzanî û kesên berjewendiyên xwe yên şexsî dixin pêşiya welat û gelê xwe de.

8-Li vê derê, em eşkere dikin ku ger gerilayên PKK’ê di wext û demê xwe de hatibana hawara gelê Êzidî, yek mirovê Êzidî jî li ser axa xwe ne dima û wê komkûjiyek ne bi hezaran, sed hezaran mirov bibûna qurbanî. Ji ber ku tenê hêza ku rastî û mirovahiya xwe îspat kirî di paratina gelê Êzidî de, hêza PKK’ê bû. Ji ber ku demê pêwîst de tû hêz û alî ne hatin hewara me û hêzên heyî jî pişta xwe dan gelê me.

9-Em ji hêzên navnetewî û dewletên cîhan re dibêjin yên wekî; Emerîka, Rûsya, YE, NY, Meclîsa Ewlekarî a navnetewî, her aliyek bihîhîse û guhdarî daxwazên Berzanî-Erdogan û ew ên girêdayî wan ên dibêjin bila PKK’e ji Şengalê derbikeve, em ji were dibêjin beriya ku hûn bixwazin PKK’ê ji Şengalê derbixin, hûn hêzekî navnetewî peyda bikin û parastina gelê Êzidî bikin. Ji bo ku di pêşerojê de fermanên nû çênebin. Ji ber ku baweriya me êdî bi parastina hêzên Pêşmerge ne maye. Ji ber ku ev hêz li Şengalê bûn, demê êrîşa DAIŞ’ê de li berxwe nedan û em ne parastin. Her wiha em daxwaz ji van aliyan dikin çarenûsa gelê Êzidî bêxin ewleyiyê û Xweseriya Şengalê û herêmên Êzidiya bidin qebûl kirin.( girêdayî Hukumeta Federal a Îraqê wekî parêzgeh îlan bikin.)

10-Em wekî nûnerê berxwedana Çiyayê Şengalê deklarasyonek radigihînin ku li ser mijar û xalên me li jor eşkere kirî, bi me re hevdîtina çêbikin û em li ser van mijaran nîqaş bikin. Her hevdîtinên bi aliyê din re em xwe berpirsyar nabînin û biryarên derdikevin jî pêk naynin. Ji ber ku biryar, biryarên gelê berxwedêre.

11-Derketina PKK’ê, girêdayî peydabûna hêzekî parastinê ya navnetewî re misoger e, ji bo ku em caerekî din rastî ferman û komkûjiyên din neyên. Eger hêzek parastinê yê navdewetî peyda bû, di wê demê de em wekî nûnerên berxwedanê daxwazê ji hêzên PKK’ê bikin, piştî spasiyê û evqasî bedel dayîn, em ê ji wan re bêjin we erkê xwe yê mirovatiyê pêk anî, êdî em ji qirkirin û fermanên nû natirsin,hûn dikarin derbikevin.

12- Em daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dikin ku li hevkirin û hevdîtinan li ser doz û pêşeroja êzidiyan bi Herêma Kurdistanê re nekin. Di heman demê de em daxwaz ji Îraqê dikin ku ji Berzanî re bêjin pêşmergeyên xwe ji Şengalê bikişînin, ji ber ku êdî me bawerî bi van hêzan nîne yên ku di 3’ê Tebaxa 2014’an pişta xwe dane me,  3’ê Adarê 2017’an êrîşê gelê me kirin û zarokên me qetil kirin. Aliyek din ev hêz berpirsên parastina Herêma Kurdistanê ne, herêmên ne yên Êzidiyan jî derveyî herêmê ye. Hêzên me YBŞ’e heye û ger ji aliyê dewletan ve alîkari were kirin, em wê baweriyê de ne dikarin gelê me û herêma me biparêzin. Ji ber ev 2 zêdetire ku YBŞ xwe îspat kiriye ku gelek gundên me ji çeteyan rizgar kirine û heya niha jî diparêzin. 

13- Em daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dikin ew Peymana Dadgeha Navdewletî(Lahayî) îmze bikin, ji bo karibin di dosya Êzidiyan de kesên gunehbar li vê dadgehê werin ceza kirin. Her wiha fermana 73’an li ser gelê Êzidî pêk hatî, wekî jenosiyat bê qebûl kirin, li ser wê bingehê têkilî bi gelê Êzidî re bê kirin çi aliyê maddî û çi aliyê manevî be.”

Piştî daxuyanî hate xwendin, rojnamevanan pirsên wekî; Helwestên we wê hemberî PDK’ê çibin, mayîna PDK’ê li Şengalê wê çi bi xwere bîne, piştî PADÊ fermî hate naskirin hevdîtin bi partiyên cuda re hatine çêkirin, amadekariyên xweseriya Şengalê gihiştiye çi astê hatin kirin.

Ji aliyê Rêveberiya Demkî ya Şengalê ve hatin bersiv dayin û daxuyani bi dawî bû.