Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Rêveberiya Xweser û salvegera Kobanê hat pîrozkirin

Kantona Cizîrê, Rêveberiya Xweser û salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kirin.

Kantona Cizîrê, 3'emîn slavegera Rêveberiya Xweser û 2'emîn salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir.

Bi hezaran welatiyên Amûdê û Hesekê li aktivîtya pîrozbahiyê kom bûn. Cigirê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Hisên Ezam, Hevserokê Konseya Karên Derve Kenan Berekat û bi hezaran kes beşdarî aktivîteya ku li Qada Şengal a Amûdê hate lidarxistin bûn. Di aktivîteyê de li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên azadiyê, alên YPG/YPJ'ê jî hatin bilindkirin.

Di aktivîteyê de Ekrem Berekat, Hisên Ezam û hinek beşdarvan axivîn û diyar kirin ku bi saya şehîdên azadiyê û yekîtiya gelan hatine van rojoan.

BANGA PIŞTGIRIYA GELAN HATE KIRIN

Di axaftinan de hate diyarkirin ku bang hat kirin ku hemû gelên herêmê piştgiriya hev bikin, bibin yek, li dijî êrîş û pîlanên qirêj ên dewleta Tirk hevpar helwest raber bikin û piştgiriyê bidin Sîstema Federasyona Demokratîk û bi awayekî aktîv rol bilîzin.

Her wiha hate destnîşankirin, ji ber ku nûnerên rast ên gelan beşdarî Civîna Astanayê nebûn ku bê encam ma.

Di aktivîteyê de li ber helbestên koma Muzîkê ya Agirî govend hate gerandin.

Aktivîte bi dirûşmên dilsoziya bi Ocalan, hêzên YPG/YPJ û QSD'ê re bi dawî bû.