Rêveberiya girtîgehê ava kanalîzasyonê dide girtiyên siyasî

Li Wanê ji ber ku ava kanalîzasyonê tevlî ava vexwarinê ya girtiyên siyasî bûye, gelek nexweşî li girtiyan der bûne.

Zext û zordariya li girtîgehên Tirkiyeyê li girtiyên siyasî tê kirin zêde dibe. Tevî ku bi sedan girtî bi nexweşiyên giran ketine, nayên dermankirin. Gelek girtiyên nexweş ên nehatin dermankirin li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran girtî li hucreyên yek kesên tên girtin. Axaftina bi telefonê û hevdîtin li wan tên qedexekirin.

Hema bêjin her roj li girtîgehan êşkence li girtiyan tê kirin. Girtiyên ku êşkence li wan tê kirin, sirgûnî girtîgehên ku gelekî dûrî cihê malbatên wan lê ne tên kirin. Ji ber ku xwarin û ava ku ji girtiyan re tên dayin ne paqij in, her roj bi dehan girtî nexweş dikevin.

NAYÊN DERMANKIRIN

Yek ji girtîgehên ku şert û mercên wê gelekî giran in, girtîgehên li Wanê ne. Li girtîgehên li Wanê her roj êşkence li girtiyan tê kirin. Destûr ji girtiyan re nayê dayin ku hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin û bi rêya telefonê bi wan re biaxivin. Bi sedan girtî li hucreyên yek kesî di nava mercên giran ên tecrîdê de tên hiştin.

Li girtîgehên Tîpa F, Tîpa T û Ewlekariya Taybet ên Wanê, bi mehan e ava gemarî ji girtiyan re tê dayin. Ji ber vê yekê jî nexweşî li sedan girtiyan der bûne. Girtiyan ragihandin ku êş ketiye zikê wan, çermê wan diweşe, nava wan diçe, gêj dibin û mîda wan li hev dikeve. Tevî van nexweşiyan jî girtiyan nabin nexweşxaneyê.

JI BER AVA GEMARÎ BI SEDAN GIRTÎ NEXWEŞ KETINE

Girtiyan agahî dan malbatên xwe û diyar kirin ku şert û mercên li girtîgehên li Wanê roj bi roj girantir dibin. Malbatên girtiyan ji ANF'ê re axivîn û gotin, "Zarokên me gotin ku rêveberiya girtîgehê ava kanalîzasyonê ji bo vexwarinê daye wan.

Ji ber ava kanalîzasyonê zarokên me nexweş ketine; çermê wan diweşe, mîda wan li hev dikeve, verdişin, gêj dibin û zikê wan diêşe. Tevî ku ji rêveberiya girtîgehê re hatiye ragihandin ku nexweş ketine, girtî nebirine revîrê û nexweşxaneyê. Hîn jî bi sedan girtî ji ber ava gemarî nexweş in. Em ji parlamenteran, saziyên mafên mirovan û demokratîk dixwazin ku girtîgehan kontrol bikin."