Bexdayê zextên li ser Şengalê zêde kir; MXDŞ bi rengekî awarte civiya

Rêveberiya navendî ya Iraqê zextên xwe yên li ser Şengalê zêde kir. Li ser vê yekê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi rengekî awarte civiya. Civîn li binê konê xwedîderketina li asayîşa Êzidxanê pêk tê.

Ji 9'ê Cotmeha 2020'î dema ragihandina lihevkirina rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê û vir ve, gefa destwerdanê li Şengalê tê xwarin û xelkê Şengalê jî ji hingî ve li ser piyan e, xwedî li nirxên xwe derdikeve.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, rêveberiya Bexdayê li gel vê yekê jî daxwazên xelkê Şengalê ji nedîtî ve tê û zextên xwe zêde kiriye.

Hate ragihandin ku hêzên Iraqê li xelkê Şengalê ferz dikin ku Asayîşa Êzidxanê ji navenda bajarê Şengalê bê derxistin. Ji ber zêdebûna gef û zextê, Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) jî bi rengekî awarte li hev civiya.

Civîn vê gavê li çapemeniyê girtî pêk tê û tê payin ku piştî civînê daxuyaniyek bê dayin.

Civîn li binê konê xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê pêk tê ku ev konê berxwedanê beriya 99 rojî hatibû vedan û bi biryardariya xwedîderketina li asayîşê dewam dike.