'Rêveberiya Başûr ji bo dewleta Tirk bingeha dagirkirinê ava kir'

Çavdêrê Siyasî Nejad Elî Qadir diyar kir ku desthilatdariya Herêma Kurdistanê ku 29 sal in di bi sîbera dagirkeriyê de ye, ji bo dewleta Tirk bingeh ava kir ku beşek emezin a xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Bi raperîna gel a sala 1991’an beşek mezin ji erdnîgariya Başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya hikumeta faşîst a Beas hat rizgarkirin. Niha 29 sal li ser bi dawîbûna desthilata Beas a Başûrê Kurdistanê re derbas bûye, lê belê li gorî rewşenbîr û çavdêrên siyasî ‘di rastiyê de tu wextî ev beşa Kurdistanê di bin desthilatî û sîbera dagirkeriyê de rizgar nebûye û her tim hêzên dagirker bandor li ser vîna siyasî ya vê beşa Kurdistanê kirine.’

'CARA YEKEM FERASETA SÎBERA DAGIRKERÎ LI KURDISTANÊ PÊŞ KET'

Nejad Elî Qadir yek ji çavdêrên siyasî yê Başûrê Kurdistanê ye, li gorî nêrîna wî hikumeta herêma Kurdistanê hikumetek wek sîbera hêzên dagirker e û vîna wê ya sîyasî nîne. 

Qadir li ser mijara sîstema rêveberiya Başûrê Kurdistan û dîsa dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re axivî û got: "Di rastiyê de eger feraseta sîbera dagirker di nava çanda xebat a gelan bê nirxandin mirov wê bibîne ku ew ferasete pir kêmreng, lewaz û yan jî heya astekî nebûye. Mixabin yekem car ew ferasete di ezmûna Kurdistanê ya bi taybetî li Başûrê Kurdistan de tê dîtin û cihê xwe girtiye."

Qadir her wiha destpêka serî rakirina wê feraseta sîbera dagirkeriyê bi beriya raperîna gelê Başûrê Kurdistanê ve girê dide û dibêje: "Meyla hindek hêzên çekdar ên Başûrê Kurdistanê ya ji bo ku bibin sîbera dagirkeran hebûye. Ew meyle piştî raperînê bi awayekî rasterast bi cih bû."

'DESTHILAT DI BIN NAVÊ MANÊ DE DAXWAZA DAGIRKERAN PÊK TÎNE'

Çavdêrê Siyasî Nejad Elî Qadir di wê baweriyê de ye ku dema rêxistineke siyasî yan jî hêzeke çekdar dest ji hemû nirxên demokratîk û niştîmanî ber dide, pişta xwe dide gel û plan û nexşerêya dagirkeran pêk tîne, sîbera dagirkeriyê berfireh dibe; ji wê re dibêjin sîbera dagirker. Qadir wiha dom kir: "Mixabin ew yek li Başûrê Kurdistanê bi awayeke eşkere derdikeve pêş, heta dikarin navê wan hemû nakokiyên berê û piştî raperîna Başûrê Kurdistanê ya di navbera aliyên cuda û hêzên çekdar ên Kurdistanê qewimîne bikin pêşbaziya sîberan a di bin navê hebûnê de û pêkanîna daxwaza dagirkerên Kurdistanê."

Qadir sedemê mezinbûna wê ferasetê bi demarekî dîrokî ve girê dide û wiha pêde çû: "Li gorî ku gelê Kurd bi dirêjahiya dîrokê her tim bindest û koçber bûye, hatiye kuştin, warên wê hatine kavilkirin û niştîmana wê hatiye dagirkirin. Ew yek ji bo her takek e gelê Kurdistanê mîna girêkekî navxweyî lê hatiye. Pêşengên wê yên siyasî her tim hebûna xwe di hêz de dîtiye ango eger hêza wî/ê hebe wê bikare xwe biparêze û dema wê hêzê wenda bike jî çarenûsa hebûna wî/ê jî tune dibe. Ji ber wê jî tê dîtin ku ew hemû kar û pêşbazî bi mebesta mayîna xwe hatiye kirin. Lewre tê zanîn ku hêzek ji bo mayîna xwe amadeye ku bi awayek bêşerm, bêyî ku kerameta niştîman û nirxên exlaqî bingeh bigire ji bo bi destxistina wê hêzê her tiştî dixe bin pêyan. Ew pişta xwe dayîna bi nirxên niştîmanî û demokratîke ku hêzek ji bo mayîna xwe pêk tîne."

Di heman demê de çavdêrê siyasî Nejad Elî Qadir destnîşan dike ku desthilata siyasî li Kurdistanê piştî raperînê bi nexşe û plana dagirkeran bi qasî temenê 20-30 salan a desthilatdariyê, li ser zevtkirina vîna gelê Kurd xebitiye û dibêje: "Her tim desthilat hewl daye ku bi plan vîna yek bi yek ji takên civaka Kurdistanê zevt bike, wê yekê jî bi rêya ji destderxistina hizrî, jiyanî û tûjkirina ajoyî ya takê Kurd pêk tîne. Ji ber wê dibînin ku niha li Başûrê Kurdistanê gelekî ajoyî çêbûye, bi qasî ku ajoyên wê tûj dike ji bo pêkanîna çalakyekê ew qasî hiş bi kar nayîne, ji ber ku ev desthilate vîna yek bi yek ferdên civakê zevt kiriye. Çêdibe ku mirov ji nû ve hûnandinekî nû ji bo gelê Kurdistanê pêk bîne ango divê Kurd li Başûrê Kurdistanê perwerdeyekî nû bibîne û ew vîna ku jê hatî zevtkirin careke din vegerînin wê; ji ber ku ger tak û civak xwedî îrade be dibe xwedî hêza xuliqandina destanekî pir mezin. Lê niha li Başûrê Kurdistanê em vê yekê nabînin. Sedemê wê jî heman vîn e ku hatî zewtkirin. Divê ew îrade ji nû ve vegerê ferd bi ferdê civaka Kurd; ew yek jî bi perwerdeyê çêdibe. Li gorî min ev karekî demdirêj e û pêwîste mirovê Kurd bê perwerdekirin, hûnandinekî nû ji bo wê were çêkirin, aqil bidinê û hewl bê dayîn ku miroveke nû ango bibe heman mirovê ku beriya raperînê hebû û bê nûjenkirin. Eger em qiyas bikîn; mirovê beriya raperînê ji yên piştî raperînê pir cudatirin. Ji ber ku hemû nirx û pêkhateya mirovatî ya xweşik beriya raperînê hebû lê mixabin niha pir zehmet mirov dikare wana di mirovê piştî raperînê de bibîne. Lewre divê ji nû ve mirovê Kurd were perwerdekirin, hûnandinekî nû ji bo wê were çêkirin û vîna xwe qezenc bike. Her wiha dubare rê nede sîbera dijmin ku planên xwe li Kurdistanê pêk bîne.”

'XEWNA TIRKIYÊ ÎMPARATORIYEK LI SER HESABÊ ERDNÎGARIYA KURDISTANÊ YE'

Qadirî di dawiya axaftina xwe de tekez dike ku desthilatdariya 29 salan ya di bin sîbera dagirkeriyê wisa kiriye ku bingeh ji Tirkiyê re çêbibe da îro bi şêwazekî fîzîkî beşeke mezin ji xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike û di wê beşê de hebûna wê ya fîzîkî hebe û wiha domand: “Tirkiye dewletekî dagirker e û beşek mezin ji Başûrê Kurdistanê dagirkiriye. Li her cihê ku dengê azadî bilind bibe ji bo pêşeroj û paradîgma xwe weke zirarekê dibîne. AKP û Erdogan ji niha ve xwedî xewnekî mezin in, gelo wê pêk bê yan na mijarekî din ya dûr û dirêj e. Lê belê li kêleka wê xewnê ez hêvî dikim ku ew xewne pêk neyê û bi hewldan, fedakarî û şehadetên şerwan, gerîla û welatparêzan bawerim ku ew xewn wê bikeve gorê. Wana împratoriyetin û xewnekî wan yê kevn heye, berê desthilatekî wan a berfireh hebûye ku niha biçûk bûye û xewnê ew e ku careke din wê wegerînin. Lê cîhan û jiyana nû vê yekê napejirîne û gelên herêmê ku maf û azadiyên xwe naskiriye îro rabûne ser pêyan û li hemberî wê ferasetê bi awayekî qehremanî xwe diparêzin. Bi qenaeta min wê ew xewn vala derkeve."

Nejad Elî Qadir kî ye?

Navê wî Nejad Elî Necim e. Di sala 1963’an hatiye dinê. Sala 1980’an bûye endamê Partiya Şûî ya Iraqî. Piştî raperînê di dema hikumeta eniya Kurdistanê de bûye dadgerê şoreşê ya li bajarê Silêmanî û piştre bûye rêveberê radyo û televîzyona Azadî

Sala 1995’an xwe ji endmatiya partiyê vedikêşîne. Ji destpêka ciwantiya xwe de çendîn lêkolîn û mijar li kovar û rojnameyên mîna Rêgay Kurdistan, Rêbazê Aşitî ya Sosyalîzmê û hwd weşandiye. Piştî ewqas ezmûnê xebatê siyasî û ragihandinî niha wek çavdêrê siyasî dixebite û derbarê gelek mijarên cuda xwedî nêrîn e.