Rêveberiya Şengalê: Kurdistanê teslîmî dagirkeran nekin, zextê li PDK'ê bikin

Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir ku hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re ji bo tevahiya Kurdistanê felaketeke mezin e û bang li raya giştî ya Kurd kir ku ji PDK'ê re bêjin 'Êdî bes e'.

Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê yên li dijî gerîla daxuyaniyek da.

Rêveberiyê di destpêkê de bal kişand ser dijminatiya dewleta Tirk a li civaka Êzidî û bi bîr xist ku zêdeyî 360 gundên Êzidiyan bi destê dewleta Tirk hatine xerakirin, bi sed hezaran Êzidî ji ber vê yekê koçber bûne û got, "Bi milyonan Kurdên li Tirkiyeyê, ziman û nasnameya wan qedexekirî ye. Kûrbûna qedexeyê welê bûye ku xortekî Kurd ji ber straneke bi Kurdî guhdarî dike dikare bê kuştin û hesabê kuştina wî neyê pirsîn. Kesên ku Kurdan dikujin weke qehreman didin nasîn."

Rêveberiya Şengalê diyar kir ku li gel dijminatiya li gelê Kurd, dewleta Tirk her wiha neyarê xwezaya Kurdistanê ye û wiha dewam kir:

"Li hemberî kevir û darên çiyayên Kurdistanê bi kerb û kîn in, rojane daristanên çiya talan dikin. Li hemberî gerîla gaza jehrî bikar tînin, dîlên şer îdam dikin. Herî dawî 3 kes bi gaza jehrî ya topên dewleta tirk li gundê Kanî Masî bi jehrê ketin."

Rêveberiyê ev pirs kir, "Gelo çima PDK ser vê bûyerê digire û di aliyê din de jî êrişî gerîla dike?" kir û wiha dewam kir, "Divê kes hêviyê ji dijminê xwe neke! Lê tiştê em lê ecêb dimînin û nikarin mane bidinê, PDK çi li ba vî dijminî dîtiye ku ewqas jê re bibe alîkar? Beriya demekê PDK’ê 3 gerîla êsîr girtibûn, ruxmê banga HPG'ê jî PDK bêbersiv ma. Herî dawî jî 7 gerîla li Zapê bi bêbextî kirine kemînekê û şehîd xistine. Li ser Şengalê jî şerekî bi sîxur, fesadî û bêbextiya dike û êrişên dijminan rewa dibîne, Kurdan û Êzidiyan sûcbar dike."

Rêveberiya Xweser a Şengalê bal kişand ser bombardûmana balafirên şer ên dewleta Tirk li ser kampa koçberan a Qadiya û got, "Weke ku Êzidiyan ev êriş kiriye, nîşan dan û qet behsa balafir û êrişa dewleta Tirk nekirin. Em vê meşa PDK'ê pir xeter dibînin. Gelo çima PDK qet carekê behsa zordarî û zilma dewleta Tirk nake? Gelo PDK wisa kor bûye ku tu şaştiyê di dagirkeriya dewleta Tirk de nabîne? Çawa dikarin vê rûreşiyê li ser xwe qebûl bikin, destê xwe heyanî enîşkê bikin nav xwîna keç û xortên Kurdan?"

Di dawiya daxuyaniyê de ev nêzîkatiya PDK'ê bi tundî hate şermezarkirin û hate gotin, "Em bang li Kurdên welatparêz, pêşmergeyên xwedî wijdan, partî û saziyên Kurdperwer, rewşenbîr, jin, ciwan, serokeşîrên Kurd dikin ku li hemberî van kiryarên PDK'ê xwedî helwest bin û rê lê bigrin. Ji PDK'ê re bêjin êdî heyanî vê derê û bes e. Ji hevkarî û alîkariya dijmin şûnde vekişin, destê Kurdan nekin nav xwîna hev. Wê ev tevgerîna PDK'ê bibe sedema felaketeke mezin ji her çar parçeyên Kurdistanê re. Başûrê Kurdistanê ne mala bavê kesî ye, her malbateke Kurd li Başûrê Kurdistanê şehîd daye, ked daye, xwîna xwe daye. Mafê wan jî heye aştî û şer diyar bikin û rêz li nêrînê wan were girtin. Kurdistanê teslîmê dagirkeran nekin, zext li PDK’ê bikin xwe ji vî şerê bêeman ê ku ferz dike, şûnde bikşînin. Ger PDK neke divê zarokên wê, çeka Kurdan ku pê Kurdan bikuje qet nedin ser milê xwe."