Rêveberiya Şengalê hilbijartinên li Bakurê Sûriyeyê pîroz kir
Desteya Rêveber a Şengalê, pêkhatina hilbijartinên komunan ên li Bakurê Sûriyeyê pîroz kir.
Desteya Rêveber a Şengalê, pêkhatina hilbijartinên komunan ên li Bakurê Sûriyeyê pîroz kir.
Li ser hilbijartinên komunan ên li Bakurê Sûriyeyê (Efrîn, Firat, Cizîr), Desteya Rêveber a Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û pêkhatina hilbijartinê pîroz kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Desteya Rêveber a Şengalê pêngava hatiye avêtin a hilbijartinên Rojava û tevahiya Bakurê Sûriyeyê, pîroz dike. Em dibînin ku ev pêngava yekem e ku bi vî rengî tê avêtin ji bo avakirina federasyona li Bakurê Sûriyeyê.
Pêngava ku hatiye avêtin a herî demokratîk e. Li gorî nêrîna me; her kes û her netewe dikare cihê xwe tê de bigire, bi rengekî demokratîk dikare ji bo jiyana xwe ya hevbeş dengê xwe bi kar bîne û cihê xwe bi reng, deng û ola xwe di nav de bigire.
Em cardin vê pêvgava ku hatiye avêtin li tevahiya gelê Rojava û Bakurê Sûriyeyê pîroz dikin û em bi hêvî ne ku ev pêngav bibe pêngava serketina gelê Rojava û Bakurê Sûriyeyê. Em dibêjin serketin a gelê berxwedêr e."