Rêveberê TÎP'ê Sargin: Tezkere li dijî destketiyên Kurdan e

Serokê TÎP'ê yê Amedê Salîh Sargin ragihand ku tezkereya li meclîsa Tirk hatiye qebûlkirin ji bo fetisandina destketiyên Kurdan e û destnîşan kir, CHP a ku li ber tezkereyê rabû divê polîtîkayên xwe yên ji niha û pê ve jî li gorî vê yekê bimeşîne.

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan, ku ji bo dagirkeriyê li derveyî sînor dike, dewam dikin. Nava hefteyê li Meclîsê tezkereya ji bo 'operasyona li derveyî sînor' pêşkêşî dengdanê hate kirin. Bi dengê AKP, MHP û ÎYÎ Partî hate qebûlkirin. HDP, TÎP û bi rengekî surprîz CHP'ê ji tezkereyê re gotin 'Na'.

Serokê Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) ê Amedê Salîh Sargin dagirkeriya dewleta Tirk a li derveyî sînor û dengê 'Na' yê ku partiya wan li dijî tezkereyê da nirxand.

Sargin anî ziman ku ew naxwazin leşkerên Tirk biçe nava xaka welatekî cuda, lewma li ber tezkereyê rabûne û destnîşan kir ku ew li dijî şer in, alîgirê aştiyê ne û ji ber vê polîtîkaya xwe êrişên dagirkeriyê qebûl nakin.

Sargin diyar kir ku beriya niha jî li hemberî tezkereyan bi heman rengî tevgeriyan û wiha dewam kir, "Ji niha û pê ve jî eger tezkere bê meclîsa Tirkiyeyê em ê dengê 'Na' bidin. Hikumeteke têkçûyî ji bo di hilbijartinê de sûdê jê werbigire tezkere ji bo 2 salan dirêj kir. Hikumet zane ku têk çûye û bi şer dixwaze gelan berde hev. Her wiha ji bo piştgiriyê ji hêz û bazirganên şer û çekan werbigire dixwaze şer bide destpêkirin. Ji ber vê yekê em teqez li dijî şer in û em van armancên hikumetê ji nedîtî ve nayên. Beriya her tiştî tezkereyên ku hikumetê salên dawî xiste rojeva meclîsê, hemû jî li dijî destketiyên Kurdan e. Ji ber ku van destketiyan qebûl nake, hewl dide bifetisîne."

'CHP DIVÊ ÊDÎ POLÎTÎKAYÊN XWE LI GORÎ VÊ YEKÊ BIMEŞÎNE'

Sargin diyar kir ku ew ji biratiya kedkarên Kurd û Tirk bawer dikin, lewma di vê çarçoveyê de siyasetê dikin û got, "Em li dijî polîtîkayên şer e. Ne tenê şerê li hemberî Kurdan, em bi hemû gelan re yên ku di bin dagirkeriyê de ne. Divê muxalefet bi temamî jî bi vî rengî bike. CHP'ê li dijî tezkereyê vê carê dengê 'Na' da. Ev yek gaveke erênî ye. Lê belê divê polîtîkayên xwe yên ji niha û pê ve li gorî vê yekê bimeşîne. Xwezî heman helwest ji bo tezkereyên beriya niha jî nîşan dabûya. Ya girîng ew e ku ji niha û pê ve CHP vê gavê ji bo xwe bike referans û têkildarî pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên din jî heman helwestê nîşan bide."