Reûf ê YNK’yî nerazîbûn nîşanî PDK’ê da

Şêwirmendê Mekteba Ragihandinê ya YNK’ê Burhan Reûf bertek nîşanî rayedarên PDK'ê yên ku ji êrîşên dewleta Tirk re hincet dibînin da û diyar kir ku ew ê li hemberî êrîşan bi awayekî dîplomatîk, siyasî û hiqûqî bersivê bidin dewleta Tirk.

Şêwirmendê Mekteba Ragihandinê yê YNK’ê Burhan Reûf têkildarî êrîşa êvarva 7'ê Nîsanê ya li ser balafirgeha Silêmaniyê ji RojNews re axivî û got, “Kiryarên Tirkiyeyê yên weke girtina qada hewayî ya Silêmaniyê û êrîşa li ser balafirgehê geşedanên metirsîdar in. Ev destwerdanên rasterast ên li ser karûbarên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê ne.”

Reûf her wiha got, “Ev jî binpêkirina serweriya Iraqê ye û erkê hikûmeta Iraqê ye ku wê biparêze. Weke YNK’ê erkê me ye ku bi tundî vê êrîşê şermezar bikin û bi rêyên dîplomatîk, siyasî û qanûnî bersiva destwerdanên Tirkiyê bidin.”

Burhan Raûf bal kişand ser peyama berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ya piştî êrîşa ser balafirgehê û got; “Di rastiyê de em wê peyamê weke peyama hikûmetê nabînin, ew tenê nêrîna wezîrên PDK’ê yên di nava Hikûmeta Herêmê deye.  Nabe êrîş li ser parêzgehek herêmê hebe û tujî ji bo vê hêcetan bibînî.” 

Rauf di dewamê de got ku bi daxuyaniyên hatin dayîn diyare ku destê navxweyî di vê êrîşê de heye û wiha dom kir; “Ev aliyên ku ji bo êrîşan hêcetan dibînin, diyare, bi vê re jî wê bacek giran bidin. Silêmanî ji ber helwesta xwe ya netewî rastî êrîşa Tirkiyeyê tê, ew jî ji bo vê êrîşan hêcetan dibînin û li şûna piştevaniyê daxwaza tiştên din dikin.”

Derbarê helwesta YNK’ê ya ji bo yekîtiya netewî de jî Burhan Raûf got; “Di dema borî de û niha jî, YNK’ê helwesta xwe ya li beramberî pirsa netewî û nîştimanî neguherandiye. Bê guman dema pêş de jî wê li ser heman helwesta xwe dewam bike.”

Raûf di dawiya axaftina xwe de jî bal kişand ser sûcdariyên PDK’ê yên weke ‘YNK alîkariya komên çekdar ên parçeyên din yên Kurdistanê dike’ jî dibêje; “Ya ku ew dibêjin, ji rastiyê dûre. YNK’ê danûstandinê bi hêzek Kurd, hêza QSD’ê ku ne tenê ji bo xelkê Herêma Kurdistanê tê nasîn dike. Ew hêzekin ku endamên Hevpeyama dijî DAÎŞ’ê ne, di dema xwe de Reqa yê ji destê DAÎŞ’ê de rizgarkirin, gelek caran cîhanê hemû ji wan re gotin, ew li cihê hemû mirovahiyê şer dikin. YNK’ê bi agahdariya Hevpeymana Navnetewî û Emerîka peywendî bi wan re dike. Her wiha YNK’ê li gorî biryara parlamentoya Herêma Kurdistanê danûstandinê bi wan re dike, ya ku PDK’ê dibêje, dûrî rastiyê ye.”