Reşîd: Ji 'aşbetal'ê mezintir taloke li ber başûr e

Siyasetzan Rêbiwar Reşîd diyar kir ev 30 sal in talokeyeke ji ya 'aşbetal'ê meztir li ber başûr heye û got, ''Gel heke li dijî dagirkeriyê helwesteke mezin nîşan nede, wê pêvajoyeke teslimbûnê ya ji 1974'an a 'aşbetal'ê meztir bibîne.''

Siyasetzanê ji Başûrê Kurdistanê Rêbiwar Reşîd dibêje serdema 'aşbetal'ê (teslîmbûn) ya duyan beriya 30 salî dest pê kiriye û got, ''Bêdengî, destûrdayina êrîşên dagirker ên devleta Tirk pêvajoya herî griîng a vê serdema duyan a teslîmbûnê ye.''

Reşîd dibêje serdema 'aşbetal'ê ya duyan a Başûrê Kurdistanê ji ya pêşî bêhtir taloke ye.

Hevserokê berê yê KNK'ê Rêbiwar Reşîd ku li Stockholmê dijî bal kişande ser êrîşên dagirkeriya qirker  a Tirk a li ser Qadên Parastinê yên Medyayê û got PKK,''Ji bo ku teslîmbûnê qebûl nake û ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşe di hedefa dewleta Tirk de ye, ji xeynî vê ti têkiliya van êrîşan bi PKK'ê re nîne.''

Reşîd wiha domand: ''Ji bo kesên ku dibêjin, 'Ji bo PKK'ê dewleta Tirk êrîşê tîne ser xaka Başûr' ez vê bibêjim; rast e, êrîş li ser PKK'ê ne, ji ber ku PKK tevgereke Kurdî ye, li ber xwe dide û teslîmbûnê red dike. Ne PKK, heke hêzeke dî jî bûya û tercîha xwe li ser azadiya Kurd bikire û wiha li ber xwe bida wê ew bibûya hedef.''

Siyasetzan Reşîd her wiha banga berxwedanê kir û got, ''Halê hazir hema hema hemû herêma Behdînanê ji hêla dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Ji ber vê ne tenê PKK, hemû kesên ku azadiya Kurdistanê dixwazin divê li dijî vê dagirkeriyê rabin'' û bi domdarî got, ''Gelê başûrê Kurdistanê divê bêhêvî nebe, tekane rê ew e ku rabe ser piyan, destkê bide berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeran.''

Reşîd wiha got: ''Gelê Başûr niha hazir e ku li dijî mêtingeriya Tirk li ber xwe bide lê ev 30 sal in serweriya Barzaniyan li ser wan heye ku ti ferqa wan ji mafyayê nîne û tenê li berjewendiya malbatî dinerin, bi rejîmeke zextê tê rêvebirin. Vê rejîmê xaka Başûrê Kurdistanê, çiyayên firotiye mêtingeran, divê gelê me vê bibîne û kesek nebêje, ''ez dikarim çi bikim, tiştek ji dest min naye.'' Her kes bi her rengî dikare protesto bike, helwesta xwe nîşan bide, nameyan bişîne hikûmetên welatên ku lê dijî, ji NATO'ê û NY'yê re û bibêjin ku dewleta Tirk çawa darên wan dibire, ziyanê dide xaka Kurdsitanê û ji wan bixwaze ku li dijî vê tevbigerin. Heke ne ji wan kesan bûya ku niha ji xwe re 'Pêşmerge' dibêjin lê bi esasî peyayên Barzanî ne, ne ji vê hêza polîs û asayîşê bûye, tenê bes bû ku gelê Duhok, Zaxo û Hewlêr rabûya ser xwe, di nav 24 saetan de dikarîbû dagirkeriya Tirk biqewirînin. Weke mafyayan çi kesê ku diaxivin, helwestê nîşan didin digirin, dikujin, terorê li ser malên wan dikin, medyaya sosyal jî kontrol dikin, kesên ku wan rexne dikin deq dikin.''

Reşîd rewşa niha şibanda pêvajoya 'aşbetal'ê û got, ''Dema 'aşbetal'ê ya duyan a Başûrê Kurdistanê beriya bi 30 salî dest pê kir. 1992'an beriya ku Parlamentoya Hewlêrê vebe bi du heftiyan min got, ev 'aşbetal' e, ji ber ku desthilata nû ya Başûrê Kurdistanê ku ji zexta rejîma Iraqê xilas bûyî, bi desteka Îran û Tirkiyê derkete holê.''

Reşîd wiha domand: ''Beriya parlamentoya Hewlêrê gelê Başûrê Kurdistanê di nav xwe de 'şûrayên millî' (meclîsên netewî) ava kiribûn û ya ku organîze dikir ku remîma Baasê ji Kurdistanê bavêje ev meclîs bûn. Dema ku parlamentoya li Hewlêrê vebûyî ev meclîs hatin betalkirin, bi ser de parlamento ne bi hemdê xwe çêbû, bi desteka hêzên derve çêbû. Di nav gel de beriya ku şoreş tam bigihe, bi tayinkirina ji jor ve û bi empozekirina derve palamento hate vekirin. Jixwe ji ber vê biryara pêşî ya sala 1992'an a parlamentoya li Hewlêrê ew bû ku PKK'ê ji herêmê derxîne. Ji ber van sedaman ez dibêjim ev 30 sal in li Başûrê Kurdistanê 'aşbetal' heye.

Reşîd her wiha got, aşbetala niha ji ya berê zêdetir taloke ye, ji ber ku nirxên netewî yê berxwedaniya gel tê kuştin û got, ''Piştî 30 salî ya pêvajoya aşbetalê wê bixwazin gelê Başûr li dijî PKK'ê rabe. Lê gelê Başûr dizane ku ne ji ber PKK'ê êrîşan tînin. Di rûdanên dawî de tê dîtini hêzên bi ser Barzanî ve ku navê 'pêşmerge' li xwe dikin dişînin ser hêzên PKK'ê, dixwazin wan bidin kuştin û bibêjin, ''Binerin ne dewleta Tirk lê PKK pêşmegeyan dikuje'' û şerê Kurd û Kurdan bidin destpêkirin. Di rewşeke wiha ya şer de pêvajoya 'aşbetal'ê ya duyan a Başûrê Kurdistanê, tasfiyekiyrina wê wê bigihije asta herî bilind.''