'Rejîma faşîst wê bi berxwedana Kawayên hemdem hilweşe'

Gerîlayan li Xakurkê di bin berfê de Newroza 2022'an bi coş û kelecaneke mezin pîroz kirin û gotin, "Bi berxwedana Kawayên Hemdem re rejîma AKP-MHP'ê wê hilweşe."

Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, Newroza 2022'an bi coş û kelecaneke mezin pîroz kirin.

Pîrozbahî di binê berfê de pêk hat û bi merasîma leşkerî dest pê kir.

Piştî axaftinên li ser wateya rojê, gerîlayan li dora agirê Newrozê govend gerandin.

Gerîlayan Newroza 2022'an di destpêkê de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelê Kurd pîroz kirin û gotin, "Sala Newrozê ya 50'emîn wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Agirê Newrozê yê ku ji aliyê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan ve hate pêxistin wê ti carî netefe û di her Newrozê de hîn bêhtir gur bibe. Têkoşîneke mîna ya Kawayê Hesinkar li dijî Dehaq ê zalim da meşandin, îro jî ji aliyê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ve tê meşandin."

Gerîlayan bang li gelê Kurd kirin ku li dora têkoşînê û berxwedanê bicivin û li ser Newroza 2022'an bi dewamî ev peyam dan: "Dehaq ê vê demê, rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst e. Berxwedana ku bi pêşengiya Kawayê Hesinkar ve hate meşandin Dehaq qedand; îro jî bi berxwedana Kawayên hemdem wê rejîma AKP-MHP'ê hilweşe. 2022 wê ji bo gelê Kurd bibe sala serketinê."