Rejîma AKP'ê li pey provokasyonên nû ye

Rejîma AKP'ê li Bakurê Kurdistanê li pey provokasyonên nû ye.

Li Amedê, hin malbat bi îdîaya ku zarokê wan "revandine serê çiya" di 2'ê Îlonê de li ber avahiya Hevserokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Piştî 3 rojan di 5'ê Îlonê de malbatên leşker û polisên ku zarokên wan ji aliyê HPG'ê ve hatine desteserkirin jî tevlî çalakiyê bûn.

Polîsên AKP’ê yên li Kurdistanê li pey bûyerên provaktîf in vê carê jî mînîbusek bi plaqeya 20 L 0728 ya Denîzlî ya li ser ‘Hakkarî Kiran’, ‘Hedef Kizilelma’ û ‘Barış pinari harekati’ anîn li ber avahiya Hevserokatiya HDP’ê ya Amedê bi cîh kirin. Hêjayî gotinê ye ku ajokarê vê mînîbusê kalemêrek temenê wî nêzî 70 salî ye. 

Hêjayî gotinê ye ku malbatên ji aliyê emniyetê ve li ber avahiya HDP'a Amedê hatin rûniştandin, tenê çend heb jê mane. Ên mayî jî xwedî profîline pir ecêb bin. Di nav van malbatan de hin kesên ku tê gotin qeyûm karek daye wan an jî li Enqereyê doza xaniyan kirine hene û li gorî îdiayan jî heman malbat AKP’ê ew girêdayî mehanî kirine.