Rejîma Îranê wê girtiyê siyasî yê Kurd Penahî bidarve bike

Malbata Ramîn Ehmed Hisên Penahî yê girtiyê siyasî yê kurd yê rejîma Îranê diyar kirin ku Penahî xistine di hucreyek yek kesî de û wê roja Pêncşemê bê darvekirin, banga hestiyariyê kirin.

Birayê girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Ehmed Hisên Penahî li ser zindankirin û biryara darvekirina birayê xwe ji RojNews re axivî. Birayê Ramîn, Ehmed got; “Birayê min îro şandin hûcreya yek kesî. Li gorî biryara dadgehê wê roja Pêncşemê bê darvekirin.”

Ehmed Hisên Penahî wiha domand; “Beriya niha biryara darvekirina Ramîn ji bo me hatibû ragihandin. Li gorî dema dayîn me, wê roja Pêncşemê birayê min li sêdarê bidin. Ji xwe niha xistine hûcreya yek kesî.”

 Ramîn Hisên Penahî xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye. 23'ê Hezîrana 2017'an komek ji 4 kesî ya pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê-Îranê li nav bajarê Sine ketine kemîna hêzên pasdarên Îranê. Di encamê de 3 pêşmerge şehîd bûn û Ramîn Hisên Penahî jî bi birîndarî kete destê hêzên Îranê. Niha jî cezayê darvekirinê li Penahî hatiye birîn.

 Hêjayî gotinê ye ku heta niha gelek rêxistinên xwe cihî û navneteweyî nerazîbûna xwe li hemberî cezayê Ramîn nîşan dane. Rêxistinan ji Îranê xwest ku cezayê Ramin Hisên xira bike. Lê heya niha Îran ti bersivek erênî nedaye.