Rejîma Îranê kolberekî din jî qetil kir

Muhafizên Şoreşa Îran, li ser xeta sîron înfazeke din jî ya bê daraz kirin. Kolberek qetil kirin, 2 jî birîndar kirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, îro saetên sibehê li sînorê di nava Piranşar a ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistan û navçeya Çomanê ya girêdayîî parêzgeha Hewlêr, pasdarên Îranê komek kolber kir hedef û di encamê de kolberke hat kuştin û 2 kolber jî birîndar bûn.

Kolberê bi navê Seyîd Kamil Balaşar di encama guleyên pasdarên Îranê de jiyana xwe ji dest da û 2 kolberên bi navê Ezîz Şûxalan û Salih Şêx Mihemed jî birîndar bûn.

Her wiha hêzên pasdarên Îranê kolberek jî girtin, dest danîn ser kelûpel û hespê wî.

Duh jî li nêzî gundê Doletû ya bajarê Serdeşt a girêdayî Ûrmiyê de jî, di encama gulereşandina hêzên rejîma Îranê de du kolberên yek 25 salî û yê din jî 15 salî birîndar bibûn.