Rejîma Îranê kolberek din ê Kurd qetil kir
Rejîma Îranê kolberê bi navê Ferhad Zerdî qetil kir.
Rejîma Îranê kolberê bi navê Ferhad Zerdî qetil kir.
Li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê rejîma Îranê kolber dan ber guleyan, kolberê bi navê Ferhad Zerdî ê 26 salî yê ji Rojhilatê Kurdistanê qetil kir.
Li gor agahiyên Rêxistina Mafê Mirov a Rojhilatê Kurdistanê dayî, hêzên rejîma Îranê şevê din li ser sînorê bajarê Pîranşar ê girêdayî parêzgeha Ûrmiyê êrîşî kolberan kir. Di encama êrîşa hêzên rejîmê de kolber Ferhad Zerdî yê ji Rojhilat hat qetilkirin.
Her sal rejîma Îranê li ser xeta sînor bi dehan sivîl qetil dike û zêdebûna êrîşên rojên dawî yên li ser kolberan balê dikêşe ser xwe.