Rejîma Îranê kolberê 27 salî qetil kir

Di encama êrîşa hêzên rejîma Îranê ya li Ûrmiyê de kolberê bi navê Ekrem Xelîl ê 27 salî hate qetilkirin.

Hêzên rejîma Îranê, duh di saetên şevê de li ser xeta sînorê Ûrmiyeyê gule li komeke kolberan reşand. Hêzên rejîmê di êrîşê de kolberê bi navê Ekrem Xelîl qetil kirin.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan, di dema kolberan xwestine sînor derbas bikin hêzên rejîma Îranê gule li kolberan reşandine.

Ekrem Xelîl (27) ê hate qetilkirin ji gundê Kuran ê girêdayî bajarê Sine ê eyaleta Ûrmiyeyê ye.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan, di meha Îlonê de ji aliyê hêzên rejîa Îranê ve 8 kolber hatine qetilkirin, 21 kolber jî birîndar bûne.