Rejîma Îranê ceza li 6 gundiyên Kurd birî

Par li gundê Silên yê herêma Hawraman a Rojhilat hêzên çekdar ên Îranê hin gundiyên Kurd piştî ku destgîr kiribûn, berdabûn. Dadgehên rejîma Îranê ceza li gundiyên Kurd birî.

Hêzên çekdar ên rejîma Îranê li gundê Silên yê li dehma Hawraman a Rojhilat, bi hinceta ku bi hêzên muxalîfên rejîmê re têkildar in 6 gundî destgîr kiribûn. Gundiyên Kurd ên bi navê Hemîd Evdaî, Burhan Edvaiyan, Evdile Edavî, Ferdîn Edavî, Ensar Edavî û Aram Edavî piştî ku nêzî mehekê destgîrkirî hatin hiştin, hatibûn berdan. Doza gundiyan ku dom dikir duh bi encam bû. Dadgeha Cezayê ya Mêrîwanê bi hinceta ku destek dane PJAK'ê di navbeyna 6 meh û 4 salan de ceza li gundiyan birî.

4 sal li Hemîd Edvaî, 1 sal li Burhan Edvaiyan, 1 sal li Evdile Edvaî, 6 meh li Ferdîn Edvaî û Ensar Edvaî û 3 meh cezayê girtinê yê li malê li Aram Edvaî hate birîn.

Dadgehê ji bo ku berevaniyê li xwe bikin nehiştin ku gundî parêzeran ji bo xwe bigirin.

Gundiyan ji bo ku ceza were xirakirin serî li Dadgeha Sinê dan.