Nêrînên Rêber Apo li ser pêşeroj û guhertinê gelek girîng in. Rêber Apo li dijî her awayê zilmê sekinî û deriyê azadiyê ji bo jinê vekir û ji her kesê re vegot ku azadiya jinê ji bo avakirina civakeke wekhev û bi rûmet girîng e. Ji ber sekna Rêber Apo ya li dijî zilmê, komploya navneteweyî li dijî wî hate kirin.
Têkildarî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li hember Rêber Apo hatî ferzkirin û rola Rêber Apo ya di guhertina pêvajoyê de, Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên ji ANF'ê re axivî.
Jîyan Hisên di despêka axaftina xwe de anî ziman ku fikira Rêber Apo bandoreke mezin li ser jinê kir û wiha got, ''Jina kurd ji dîrokê ve bi dîroka xwe ya şoreşgerî û bi rêvebirina xwe tê naskirin. Ji bo wê jî di Şoreşa Rojava de roleke jinê pir li pêş heye, li ser wê esasê ev şoreş bi 'Şoreşa Jinê' hate naskirin. Ji her pêkhateya civakê jinan di vê şoreşê de cihê xwe girt. Ji ber ku fikira Rêber Abdullah Ocalan ji jinan re pêşkêş kiriye, ne tenê ji bo jinên Kurd in, ji bo hemû jinên Ereb, Turkmen, Çerkes, Ermen, Suryan, Aşûr û hwd e.''
Jiyan Hisên diyar kir ku Rêber Apo bi gotina 'jin bingeha hebûnê ye û bi hebûna jin wê civakeke wekhev û demokratîk ava bibe', civak ber bi guhertinek mezin ve bir û destnîşan kir ku Rêber Apo hêz û derfet di her beşê de li pêşiya jinan vekir.
'PKK NE TENÊ PARTIYEK E, DI HEMAN DEMÊ DE DIBISTANA DEMOKRASIYÊ YE'
Jiyan bal kişand ser girîngîya tevlîbûna jinan a di nav refên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) de û ev tişt got, ''Tevlîbûna jinan a di nav refên Partiya Karkerên Kurdistan de girîng e. Şehîd Sakîne Cansiz (Sara) di nava refên PKK’ê de, xwedî roleke girîng bû. Şehîd Sara ji despêka damezrandina PKK'ê ve weke semboleke ji bo jinên têkoşer tê naskirin ku ji bo hemû jinan pêşengtiya tevlîbûna nav refên PKK'ê kir. PKK ne tenê partiyek e, PKK dibistana fêrkirina demokrasî û wekheviyê jî ye.
Jina kurd her tim û taybet di nav Partiyên Karkerên Kurdistan de ji bo pêşketina tevgera şoreşgerî bingehek e. Her wiha cara yekem di dîrokê de di nav Partîyên Karkerên Kurdistan de artêşeke taybet ji bo jinê hate avakirin. Jinên di nav partiyê de li hember dewletên hegemon, teknîk û çekên pêşketî şer dikin. Van jinan îspat kir ku PKK ne tenê hêzeke têkûşîn û şoreşgertiyê ye, PKK dikare pêşerojan biguhere û parastina civaka xwe bike.”
'BANDORA FIKIR RÊBER OCALAN, SÎSTEMA XWESER LI ROJAVA AVA KIR'
Jîyan Hisên anî ziman ku eger bandora jin di nav PKK'ê de nebûya, îro li Rojava jin bi vê awayî pêş nediket û dewam kir, ''Îro bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan li Rojavayê Kurdistanê sîstema xweser a jinê hate pêşxistin, da ku di hundirê wê sîstemê de jin parastina mafê xwe bike. Li ser wê esasê zagon, sazî û rêxistinên jinan hatin avakirin, ev bi demê re bi awayeke rêk û pêk bi pêşketin û li gorî zagonên jin berfirehtir bûn.
Rêber Abdullah Ocalan di fikrên xwe de gelek xalên girîng pêşkêş kir ku bûn sedema guhertina civakê û siyasetê derbarê jinê de. Yek ji wan xalên herî girîng 'Jineolojî’, ango Zanista Jinê ye ku îro bûye zanisteke cîhanî li gelek welatan tê xwendin û lêkolînkirin.''
Jiyan Hisên li ser komploya navdewletî ya li hember Rêber Apo, wiha got: ''Bi armanca tasfiyekirina PKK’ê û qirkirina gelê Kurd, dewletên hegemon bi destê Tirkiyeyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan komplo dan meşandin. Her wiha ev 26 sal in tecrîd li ser Rêber Apo tê meşandin, dewleta Tirk bi rêya vê tecrîdê xwest astengiyan derxîne û gel ji Rêber Apo qut bike. Lê li dijî vê yekê Rêber Apo berxwedaneke bêhempa raber kir. Îro bi milyonan kes li dora Rêber Abdullah Ocalan kom dibin.”
Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên destnîşan kir ku Rêber Apo temsîla çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn dike û got, ''Êdî cîhan jî ketiye wê ferqê ku Rêber Abdullah Ocalan temsîla çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn dike. Ev jî yek ji wan sedeman e ku deriyên Îmralî li ber diyalogan bê vekirin. Em weke jinên Rojavayê Kurdistanê, xebata xwe bi armanca têkbirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin û heta azadiya fîzîkî ya wî mîsoger dibe, em ê nesekinin.”