Rasthatinek li çiyê: Du xwişk, du hevrê

Şîmal Amara û Dorşîn Şîmal, ku xwişkê hev in û di demên cuda de tevlî nava refên gerîla bûne, piştî demeke dirêj li hev rast hatin. Şîmal û Dorşîn, qala tevlîbûna xwe û hevdîtina piştî 11 salan kirin.

Du xwişk, du hevrê... Şîmal Amara û Dorşîn Şîmal. Yek jê sala 2006'an li Amedê berê xwe da nava refên azadiyê. Ya din jî 5 sal piştî wê, sala 2011'an tevlî nava karwanê azadiyê bû. Bi salan li herêmên cuda man û li hev rast nehatin. Ev her du şervanê azadiyê di dawiya dawî li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hev rast hatin. Şîmal Amara û Dorşîn Şîmal ji ANF'ê re qala tevlîbûna xwe û rasthatina li hev kirin.

Di destpêkê de xwişka mezin Şîmal Amara daxive: "Sala 2006'an weke rabûne li ber tecrîd û îzolasyona li ser Rêbertî min biryara tevlîbûnê da. Sedemeke din a ku rê li ber dayina biryara tevlîbûnê vekir, sala 2004'an şehîdbûna heval Serhildan bû. Dema min li çiyê şivantî dikir, min timî ew didît. Şehadeta wî gelekî bandor li min kiribû. Min hingî xwest tevlî bibim, lê belê hevalan gotin 'emrê te biçûk e' û qebûl nekirin. Sala 2004'an min biryara tevlîbûnê da, lê sala 2006'an tevlî bûm."

Dorşîn dibêje, piştî ku Şîmal tevlî bû, dewletê dest bi zexteke giran li ser malbatê kir û wiha dewam dike: "Piştî ku hevala Şîmal tevlî bû, dijmin dest bi zexteke giran kir. Lêgerîneke min jî hebû. Lê belê gaveke ji nişka ve pêk hat. Hem bi bandora hevala Şîmal, hem jî ji ber pirsgirêkên neteweyî sala 2011'an ez tevlî bûm."

Şîmal Amara piştî wextekê dibihîze, ku xwişka wê bi bandora wê ji bo bibe hevrê tevlî nava refên têkoşîna azadiyê dibe. Bi vî rengî qala wê kêliyê dike. "Ji sala 2010'an û vir ve li Çarçella me. Sala 2012'an gava birîndar bûm, ez rakirin nexweşxaneyê. Wê çaxê notek ji min re hat û wêneyek jî di nav de hebû. Dema min li wêne temaşe kir, min nas nekir. Ez li ser fikirîm, bê kîjan heval e, em li ku bi hev re mane. Piştî ku min not xwend, min fêhm kir ku xwişka min e, lê min dernexist bê kîjane. Hinekî din min bi baldarî lê nerî û ji birûyê wê nas kir. Kelecanek kete dilê min û min dest bi girî kir. Doktor li dora min civiyan û serûm girê dan. Sala 2011'an tevlî bû, lê sala 2012'an ez pê hesiyam."

Dorşîn jî destnîşan dike, ku piştî tevlî bû her tim dixwaze Şîmal bibîne: "Piştî ku tevlî bûm min nezanî hevala Şîmal li ku ye. Lê belê timî lêgerîneke min hebû. Piştî ku li Amedê tevlî bûm, derbasî Dersimê bûm. Min hevala Şîmal ji her kesî dipirsî, lê kesî nas nedikir. Mesela, carna dema bi rêya cîhazê bi hin hevalan re daxivîm, min ji xwe re digot, 'gelo ev Şîmal e'. Min not dişand, lê bersiv nedihat. Min nizanîbû bê notên min digihêjin wê yan na."

Têkildarî biryara xwişka wê ya ji bo hevrêbûna wê, wiha vedibêje: "Coş û kelecana hingî kete dilê min ew bû, ku xwişka min bûbû rêwiya rastiyê û hevrêya min. Hê girîng bû ku jinekê biryareke wiha girt. Ji ber vê yekê wê çaxê ketim nava hestên kûr û giran. Ji bo min bû çavkaniyeke gelekî mezin a moralê. Piştre jî car carna bi rêya cîhazê em bi hev re daxivîn, lê belê em li hev rast nehatin."

Dorşîn diyar dike, ku Şîmal a xwişk û hevrêya wê, di demên herî zehmet de hêz dida wê û wiha dewam dike: "Timî ji bo min dibû hêzek ku bi wê re di nava heman têkoşînê de cih digirim. Yanî min nezanîbû ki ku ye jî, dîsa jî hêz dida min. Dibe ku ya ez anî heta vê derê, ew hêz bû. Hin wê bi xwe jî got, pênaseyên cuda ji bo vê rewşê divê. Rast e. Dema di rêyên herî zehmet de dimeşiyam, li wê difikirîm û ev dibû hêzeke mezin ji bo min."

'MIN XEMLA WÊ YA DI NAVA KINCÊ GERÎLA DE MERAQ DIKIR'

Şîmal dide zanîn, ku wê her tim xemla xwişka xwe di nava kincên gerîla de meraq dikir: "Dema ez hatim vê derê, di wextên dawî de ew diket xewna min. Min gelekî ew di xewna xwe de didît. Min hîs dikir ku ew nêzî min e. Haya min jê tine bû, piştre hevalan gotin ew jî ji bo perwerdeyê hatiye vê derê. Ji bo dîtina wê, nîvê şevê em çûn cem wê. Min berê wêneyên wê dîtibûm, lê belê min xemla wê di nava kincê gerîla de, bi çek û rext meraq dikir. Min nikare qala wê hestê bikin."

Dorşîn, car carna bi Şîmal re baxivejî her tim dixwest wê bibîne. Dorşîn wiha dewam dike: "Piştî ku pênc salan li Dersimê mam, hevalan ji bo perwerdeyê ez şandin Başûr. Beriya bêm, ez pê re axivîm. Lê wextekê gotibû qey ez şehîd bûme. Yanî agahiyeke bi vî rengî jê re hatibû. Piştre em dîsa axivîn. Hesreteke mezin hebû. Ez her tim li rê û rêbazeke axaftin û dîtina wê digeriya."

'PÊNASEYEKE SÊYEMÎN DIVÊ'

Şîmal dîtina xwişk û hevrêya xwe Dorşîn bi gotina "pênaseyeke sêyemîn divê" bi nav dike û qala wê kêliyê dike: "Hevalan lîstik lîstin. Wê biçûna bigota heval Şîmal nexweş e, dixwaze te bibîne. Min got, 'nekin'. Lê ez di wesayitê de kilît kirin. Piştre min dît heval Dorşîn tê. Çawa ku derî vekir em hev hembêz kir. Min nikare qala wê kêliyê bike. Hesteke gelekî cuda ye. Têkoşîna li nava heman dozê, hevrêtiya çekê hesteke gelekî cuda ye. Yanî ji xwişk û biratiyê jî wêdetir e. Ji hevrêtiyê jî cudatir e. Ya rast, pênaseyeke sêyemîn ji vê rewşê re divê... Min hewl da pênase bikim, lê min têginek jê re nedît."

Dorşîn jî wiha qala rasthatina li hev a "du xwişk û du hevrêyan" dike: "Piştî ku bi gelek zor û zehmetiyan min xwe gihand vê derê, hevalan gotin Şîmal gelekî nexweş e. Gotin em ê wê rakin cihekî din. Min jî ji xwe re got, 'ev çi ye îca, min hê wê nedîtiye, wê biçe cihekî din?' Piştî ku me hev dît, sê rojan em bi hev re man. Lê her tim hesteke cuda di dilê min de bû. Min got, 'Gelo ev xewn e'."