Raber Reşîd: Ji ber siyasetên şaş ên desthilata Kurdî, piştî 31 salan Kerkûk hatiye dagirkirin

Nivîskar û Pêşmergeyê Dêrîn Raber Reşîd ragihand, "Piştî 31 sal li ser rizgarkirina Kerkûkê re derbas dibe, careke din ji aliyê artêşa Iraqê ve hatiye dagirkirin. Dagirkirina Kerkûkê jî ji ber nakokiyên hêzên Kurdî li Kerkûkê bûye."

Nivîskar, Pêşmergeyê Dêrîn û kesayetiyê diyar ê bajarê Kerkûkê Raber Reşîd ku di Raperîna sala 1991’an de tevlê pêvajoya azadkirina bajarê Kerkûkê bûye, di 31. salvegera Raperîna gelê Başûrê Kurdistanê û azadkirina Kerkûkê ku di roja Newroza sala 1991’an pêkhat de. Reşîd têkildarê bûyerên pêvajoya amadekariyê ya ji bo Raperîn û azadkirina Kerkûkê, êrişa rejîma Baas a li ser Kerkûkê û giştî Başûrê Kurdistanê û koça mezin a xelkê Başûrê Kurdistanê, rewşa siyasî ya Kerkûkê ya piştî sala 2003 ku di bin sîbera hikumeta Kurdî de bû û rewşa nihayî ya Kurdan ya piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an û çend mijarên din ji ANF’ê re axivî.

‘MIXABIN BEŞEK JI SERKIRDEYAN JI BO KU BIÇIN DERVEYÎ WELAT KETIBÛN PÊŞBIRKÊ’

Raber Reşîd bal kişande ser pêvajoya Raperîna welatiyên Başûrê Kurdistanê ya li dijî rejîma Baas û got, “Raperîn di pêvajoyeke pir şêlû ya tevgera azadîxwaziya gelê Kurdistanê de pêk hat, di demekê de ku tevgera çekdarî piştî qewimîna sûcê jenosîdê ya bi navê Enfalê xwe paşve dikişandin û ji hev belav dibûn de, piştî sala 1988’an beşeke mezin ji wî hêzî derbasê aliyê Îranê bûn û beşek din jî ji neçarî xwe radestê rejîma Baas kirin. Ji ber ku hêza wan a jiyankirinê nema bû. Mixabin beşek ji serkirdeyan ji bo ku biçin derveyî welat ketibûn pêşbirkê û dest ji şoreşê berdin. Di dema wan bûyeran de rejîma Seddam Hisên di 2’ê Tebaxa 1990’î de êrişî Kuweytê kir û ew der dagir kir. Vê yekê jî kir ku zivirînokeke pir hestiyar li herêmê çêbibe. Piştî wan bûyerane hêzên pêşmerge heya Bihara 1991’an xwe kom kir.”

JI BO ALÎKARIYA PÊŞMERGE NEKIN, REJÎMA BAAS CIWAN Û MÊRÊN KERKÛKÎ DESTGÎR KIRIBÛN

Pêşmergeyê Dêrîn Raber Reşîd di dewama axaftina xwe de îşaret bi şerê ku bi xwe jî tê de cih girtibû kir û wiha pêde çû, “Ez di dema Raperînê de li herêma Pirdê ya bajarê Kerkûkê bûm. Çend pêşmergeyên dêrîn bi alîkariya ciwan û welatiyên dilsoz ên bajarokê Pirdê roja 11’ê Adarê saet 6’an hewl hat dayin ku hêzên pêşmerge arasteyê Kerkûkê bên kirin, lê ji ber ne yekbûna refên pêşmerge û parastina dijwar a artêşa Baas me gelek şehîd dan. Şeva 19-20’ê Adarê ku destpêkê ji taxa Rehîmava ve ketin hundir û ew tax hat rizgarkirin, di dema wan bûyeran de Elî Hesen Mecîd ku bi Elî Kîmyewî tê naskirin, ciwan û mêrên bajêr destgîr kiribûn ku xelkê bajêr nekaribin alîkariyê bidin hêzên pêşmerge. Di wê demê de eniya Kurdistanî hatibû avakirin ku hemû hêzên aliyan tevlê pêvajoyê bibûn.”

JI ROJHILATÊ KURDISTANÊ HATIBÛ JI BO RIZGARKIRINA KERKÛKÊ

Roja 19-20’ê Adarê li taxa Rehîmava me çend şehîd dan ku di nava wan de şehîdek ji Rojhilat hebû ku bi hevrêyên Hizbî Şûî hatibû ji bo rizgarkirina Kerkûkê. Navê wî Adil Rojhilatî bû, ruhê wî şa be. Ew pêşmergeyên ji qada Rehîmava ve hatibûn nava Kerkûkê behsa vê yekê dikin ku ji ber dengê tililiyên dayikan û xwişkan giriyane. Di wê demê de jî ku mêr û ciwanên Kerkûkê hatibûn destgîrkirin, jinên Kerkûkê rê nîşanî pêşmergeyan didan da ku êrişê dezgehên hikumeta Baas bikin. Heta dawiyê Kerkûk bi temamî nehat azadkirin, ji ber ku li Baregeha Xalid hêzên Iraqî şer dikirin û me gelek şehîd dan li wê derê. Lê em dikarin bêjin ku ji bo yekemîn car di dîroka şoreşa Kurdî de ew der hat azadkirin.”

‘JI DESTPÊKA RAPERÎNÊ DE ME HÎS KIR KU WÊ PÊŞEROJEKE RONÎ YA RAPERÎNÊ NEBE’

Pêşmergeyê Dêrîn Reşîd têkildarê kontrolkirina Kerkûkê û koça mezin a xelkê Başûrê Kurdistanê ev tişt anîn ziman; “Plana azadkirina Kerkûkê li Pirdê hatibû dariştin, lê mixabin ji destpêka Raperînê ve em wek xelkê xwedî ezmûneke nîvco me hîs kir ku wê pêşerojeke ronî ya raperînê nebe. Ji ber ku her hêzek ji bo xwe destketî kom dikir, weke komkirina wesayît, kel û pel û gelek tiştên din ku ev yek bû sedemê çêbûna paşatî ku heya roja 28’ê Adarê jî dom kir. Piştre rejîma Baas bi serokatiya Sedam Hisên şoreşa başûrê Iraqê şikand, hêzên komkirinê û hêzeke parastinê ber bi Kerkûkê bi rê ketin. Hêzên pêşmerge jî ji neçarî paşve kişandin. Mixabin zirareke mezin gihîşte xelkê Kerkûkê û ji ber vê jî piştre koça mezin a xelkê Başûrê Kurdistanê çêbû. Hêzên navnetewî ketin qadê û ji bo parastina Başûrê Kurdistanê xeta 36 çêkirin.”

Reşîd her wiha behsa guhertina wan armanên ku xelk û pêşmerge di oxira wê de serî hilda kir û got, “Piştî çêkirina xetek (xeta 36) ji aliyê welatên rojavayî, parlemento û hikumeta herêma Kurdistanê çêbû, lê çêbûna vê parlemento û hikumetê ne ev bû ku xelk û pêşmerge ji bo wê serî hilda. Ji ber ku gel ne di oxira vê yekê ku du malbat bên ser desthilatê û hemû derfetên hestyar ên jiyanê bixin bin destê xwe û hemû dewlemendî û jêrxanên welat talan bikin reperiyan. Bi lîstokan wisa civak ji rê derxistine û malbat, perwerde û fêrkariya wan têk dane ku ew belavbûna civakê ku tê de ye pir dijware ku careke din bê komkirin. Ji bo wê jî em dibînin ku ji niha ve ew xelkê ku deng daye vê desthilatê, li kolanan dijî vê desthilat û parlementoya ku bi xwe 4 salan carekê deng dide wê nerazîbûnê nîşan dide.”

‘HÊZÊN ÇEP NIHA XWE RADESTÊ DESTHILAT KIRINE’

Pêşmergeyê Dêrîn Raber Reşîd îşaret bi girîngiya raperîneke din ya ji bo wegerandina desthilat li ser wan prensîbên ku gel di oxira wê de raperîn kir û wiha axaftina xwe domand; “Niha raperîneke hizrî pêwîste, ji ber ku raperîna çekdarî çênabe, ji ber ku di destê her du malbatan de hêza çekdarî heye. Dikare bi dayina pişta xwe bi çepgiran şoreşeke hizrî çêbikin. Lê ne ew hêzên çep ên niha ku li meydanê hene, ji ber ku ewane hêzên çep ên mirî ne ku xwe radestê desthilat kirine. Niha hin hêzên opozîsyon hene ku çend salin nerazîbûna xelkê bikar tînin û piştre diçin hembêza desthilat, weke Tevgera Goran ku careke din gel bê hêvî dikin. Di hilbijartina dawî de ji xwe me aqûbeta Goran dît.”

‘JI BER SIYASETA ŞAŞ PIŞTÎ 31 SALAN KERKÛK HATIYE DAGIRKIRIN’

Nivîskar û Pêşmergeyê Dêrîn Raber Reşîd wek pêşmergeyeke dêrîn ev peyam da, “Peyama min; piştî 31 sal li ser azadkirina Kerkûkê û careke din ji aliyê artêşa Iraqê ve hatiye dagirkirin û bi şêweyên cûr bi cûr heqaret li welatiyên Kurd tê kirin ku ew jî sedemên xwe hene, dagirkirina Kerkûkê jî ji ber nakokiya hêzên Kurdî li Kerkûkê ye, hin hêz hebûn (PDK) ku ji destpêkê ve dixwest rewşa Kerkûkê bigihîje vê rojê ku belgeya herî baş ji bo sabîtkirina wê jî eve ku piştî bûyerên 16’ê Cotmehê ji bo wergirtina parêgariya Kerkûkê û encûmena wê ti hewleke cidî nedaye. Piştî 14 salan ku Kurd desthilatê Kerkûkê bû niha Kurd li gelek rêveberiyên bajêr hatine dûrxistin û li şûna wan yên Ereb danîne. Sedemê wane jî wedigere heman siyaseta şaş a herêma Kurdistanê ya veguhastine Kerkûkê ku hemû lîstokên bajêr ji bo desthilat dabeş kiribû. Vê siyaseta şaş jî çarenûsa Kerkûkê gihande vî rojî.”

‘ENCAMA VÊ SIYASETÊ NÎNE Û GEL LI DIJÎ VÊ DESTHILATÊ SERÎ HILDIDE’

Pêşmergeyê Dêrîn Raber Reşîd di dawiyê de peyamek arasteyê hikumeta herêma Kurdistanê kir û got, “Niha weke pêşmergeyeke dêrîn li beramberî ew hemû xebat, têkoşîn û qurbaniyên ku me da niha mûçeya pêşmergeyên dêrîn mehek û nîv heya bi du mehan carekê tê dayîn. Her wiha mamoste ku bingeha avakirina takê Kurd e, em dibînin ku rewşa mamosteyan çawaye, karên din ên jiyanî jî ji ber desthilata nihayî ya herêma Kurdistanê di heman rewşê de ne, hemû wana cihê fikarê ne û em bawerin ku encama vê siyasetê nîne, ew hêzên ku niha di xema tijekirina berîkên xwe de ne wê rojek bê ku xelk li dijî wan serî hilde, weke Sedam Hisên û rejîma wî wê biavêje sergoya dîrokê.”