Qurbaniyên Helebceyê hatin bîranîn: Qirkirinê nekarî pêşî li gelê Kurd bigire

Qurbaniyên Helebceyê bi çalakiyan hatin bîranîn. Di çalakiyan de hate destnîşankirin ku li gel qirkirinê jî pêşî li têkoşîna gelê Kurd nekarî bê girtin.

Bi wesîleya salvegera 34'an a Komkujiya Helebceyê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

ÊLIH

Rêxistina HDP'ê ya Êlihê qurbaniyên Komkujiya Helebceyê bi bîr anî. Tevî Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran gelek kes tevlî bîranînê bû ku li avahiya rêxistina HDP'ê ya navçeya navendî hate lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna qurbaniyan deqeyek rêz hate girtin. Her wiha find hatin pêxistin û li ber wêneyên qurbaniyan hatin danîn.

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku armanc ji komkujiyê tunekirina gelê Kurd bû û got, "Lê belê mîna ku di hemû komkujiyan de bû, di vê komkujiyê de jî êriş bû sedema bilindkirina hebûna Kurdan."

Di bîranînê de dokûmanterek li ser komkujiyê hate nîşandan.

AMED

Li Amedê jî Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo qurbaniyên Komkujiya Helebceyê li ber Peykerê Jiyanê ya Parka Koşûyolû çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Di çalakiyê de ku pankarta bi nivîsa "Me Helebce ji bîr nekir" hate hildan, nûnerên TJA, HDP, Partiya Paşerojê, DEVA, CHP û rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn. Hevserokê Şaxê SES'ê Şiyar Guldîken li merasîmê axivî û got, "Em ê ji bîr nekin û bi bîr bînin. Kê ev komkujî kiribe em ê her tim hesab jê bipirse."

Berdevkê Platformê Mehmet Candar jî diyar kir ku berdêla herî giran a şer jin, zarok û kedkar didin.

Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Zeyyat Ceylan jî nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da ku serê vê sibehê hatin kirin.

Zeyyat Ceylan got, "Êşa Helebceyê dewam dike. Lê belê vê komkujiyê nekarî pêşî li têkoşîna azadî û aştiyê ya Kurdan bigire."

RIHA

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Sêweregê jî qurbaniyên Komkujiya Helebceyê bi bîr anî. Di çalakiyê de ku li qada Sîverek Kanlikûyû pêk hat, Berdevkê Platformê Firat Ayebe axivî û got, "Îro dîktatoriya Saddam tune be jî li dijî Kurdan hîn zîhniyeta kujer bi şêweyên cuda dewam dike."

MÊRDÎN

Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê daxuyaniyek da. Di çalakiyê de ku li ber avahiya HDP'ê ya bajêr pêk hat, gelek kes amade bûn. Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Salîh Kûday diyar kir ku yê komkujî kir Saddam Huseyîn jî be her dewletên ku çekên kîmyewî dane û komkujî teşwîq kirine, berpirsyarê komkujiyê ne.

ŞIRNEX

Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê li ber avahiya HDP'ê ya Silopiyayê daxuyaniyek da çapemeniyê. Hevserokê HDP'ê yê Silopiyayê Yakûp Taniş diyar kir ku Komkujiya Helebceyê yek ji komkujiyên herî mezin e ku li dijî têkoşîna azadî û wekheviyê ya gelê Kurd hatiye kirin û got, "Gelê Kurd bi berxwedana xwe bûye hêvî ji gelên bindest hemûyan re."