QSD: Em ê Tebqayê radestî Meclîsa Sivîl a Bajêr bikin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) eşkere kir, piştî ku Tebqa bi temamî ji bermahiyên çeteyan paqij kirin, ew ê radestî Meclîsa Sivîl a Bajêr bikin.

Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk spasiya gelê Tebqayê û Koalîsyona Navneteweyî kir û bang li ciwanên herêmê kir, ku tevlî nava hêzên wan bibin, xwe bi rêxistin bikin û herêma xwe biparêzin.

Li ser paqijkirina navenda bajarê Tebqayê û Bendava Firatê ji çeteyên DAIŞ'ê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî li xaçerêya li navenda bajarê Tebqayê hate dayîn û Berdevka Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed daxuyanî xwend. Gelek rojnamevanên xwecihî û biyanî daxuyanî şopandin.

'SIVÎL JI XWE RE KIRIN MERTALÊN ZINDÎ'

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqa bi operasyona daketina ezmanî bi hevkariyeke berfireh a di navbera hêzên me hêzên koaslîyona navdewletî, di êvara roja 21‘ê Adarê de dest pê kir. Piştî planên berfireh û bi baldarî, hêzên me karîbûn aliyê rojhilat ê bendavê derbas bikin. Li ser vê yekê du baskên operasyonê li balafirxaneya leşkerî ya Tebqayê gihiştin hev û di vê çarçoveyê de qonaxa yekemîn dest pê kir û bajêr hatin dorpêçkirin.

Di qonaxa duyemîn a pêngavê de hêzên me ji 3 aliyan ve derbasî bajêr bûn û xetên parastinê yên dijmin şikandin û ew neçar kirin ku vekişin avahiya Bendava Firatê û taxên derdora wê. Dijminên me her carê sivîl wekî mertalên zindî bi kar di anîn. Ev hişt ku hêzên me operasyona bi baldarî û hişyarî bi dome û li pêşiya lezkirina operasyona me bibe asteng. Piştî çend rojan ji operasyonê, şervanên me karîbûn dijmin ji sivîlan qût bikin, ev jî hişt ku moralên wan dakeve. Hejmareke mezinn ji endamên komên terorîst xwe radestî hêzên me bikin.

'GELEK JI ÇETEYAN TESLÎM BÛN'

Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqayê careke din derxist holÊ ku DAIŞ li hember berxwedana lehengî ya şervanên Hêzên Sûriyeye Demokratîk bişkên û gelek ji wan neçar kirin ku teslîm bibin, gelek din jî ku xwe di nava sivîlan de veşartibûn û di avahiya Tehekum a bendavê de diparastin, ketin destê şervanên me. Hemû hewldanên çeteyan yên xwe di nava sivîlan de vedişartin bi ser nekin. Ev yek nemerdiya çeteyên DAIŞ‘ê û te hemûla wan a îhaneta ji box we parastinê, destnîşan kir.

SPASÎ Û BANG

10'ê Gulanê, me karîbûn bajarê Tebqa û bendava Firatê bi temamî ji çeteyan rizgar bikin û sivîlên di herêmê de xelas bikin.

Li ser vê yekê, em spasiya şêniyên herêma Tebqa yên bi rûmet dikin ku ji bo rizgarkirina bajarê xwe li kêleka şervanên me bûn, dikin, her wiha em bang li ciwanên herêmê dikin ku tevlî nava hêzên me bibin  û xwe bi rêxistin bikin da ku herêmên xwe bi parêzin.

Her wiha em spasiya hêzên Koalîsyona Navdewletî ku bi hêz beşdarî operasyona rizgarkirina Tebqayê bibûn dikin

Em ji raya giştî re radighînin ku piştî paqijkirina bajêr ji mayîn û bermahiyên operasyonê, em ê rêveberiya bajarê Tebqayê radestî meclîsa sivîl a Tebqayê bikin, dê li gel hêzên ewlekariya hindirîn a girêdayî wê parastina herêmê bikin.

Em radigînin ku Saziya Bendava Firatê, saziyeke niştimanî, Sûrî ye û wê xizmeta hemû herêmên Sûriyeyê bike.

Em vê serketina lehengî li şehîdên operasyona Tebqayê û şehîdên Qereçoxê û hemû cangoriyên azadiyê pîroz dikin."