Qonaxa 4'an a Pêngava Xezeba Firatê ji nû ve dest pê kir

Qonaxa 4'an a Pêngava Xezeba Firatê, piştî navbera 15 rojan ji nû ve dest pê kir. Di vê çarçoveyê de hêzên QSD'ê duh bi 7 kîlometreyên din bi pêş ve çûn û 2 gund rizgar kirin.

Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand, qonaxa 4'an a Pêngava Xezeba Firatê ku berî 15 rojan hatibû rawestandin, ji nû ve dest pê kiriye.careke din destpêkir.

Daxuyaniya Fermandariyê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Piştî rawestandina ku 15 rojan dewam kir, em bi navê Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê careke din destpêkirina qonaxa 4'an a Pêngava Rizgarkirina Reqayê ji raya giştî re radighînin. Di vê hemleyê de wê hemû gundên mane yên li derdora bajar werin rizgarkirin û amadekarî ji destpêkirina rizgarkirina bajêr were kirin. Hêzên me saet di 18.00'an ji roja 9’ê Gulanê de pêş ve çûn. Hêzên me karîbûn derdora 7 kîlometreyan pêş ve herin û gundên El-Celai û Meyselûm  û mezreyên derdora wê rizgar bikin. Hêzên me wê pêş ve werin da ku çemberê li ser dijmin zêde bike û şer derbasî derdora bajar ji nêz ve bike.

Tevî hewldanên bê encam ên terorîstan û kelemên ku Erdogan di encama êrîşa xedar a li ser YPG’ê pêk anîn, hêzên me karîbûn bersiva êrîşan bikin. Em tekez dikin ku ev kelemên ku derdixin û êrîşên xedar ên pêk hatin, dê îrade û hêza me ya şerê li dijî terorê û ên piştgiriyê didin wan bihêz tir bike. Rojên derbasbûyî defetek dame ku em hejmarek zêde ji şervanan kom bikin û amadekariya hêzên xwe ya şer amade bikin. Em tekez dikin ku îrade û hêza me ya hêzên me têrê dike û serkeftina mezin ku nêzîk bûye bi dest bixe û tekoşîna ku şervanên me yên qehreman ên wekî Rustem Efrîn û hevalên xwe destnîşan kirine bidomînin.

Bi vê boneyê em gelê xwe yên alîkariya hêzên me kirin û li dijî terorîstan derketin, silav dikin. Em ji wan dixwazin ku bi baldarî tevbigerin û dûrî navendên dijmin bikevin û berê xwe bidin herêmên bi ewle yên demkî da ku xebatên rizgarkirinê hêsantir bibe.

Em soz didin ku em ê bi hemû hêza xwe ji bo ewlekarî û aramiya sivîlan tevbigerin. He wiha em hemû komên ku beşdarî hemleyê bûne ji fermandar û şervanan silav dikin û hêviya serketinê ji wan re dixwazin.

Em spasiya Koalîsyona Navdewletî ya li dijî terorê ku li ser erdê li kêleka hêzên me ne û bi çalakî li ezman û  erdê piştgiriya hemleya me dikin û derbeyên giran li dijmin dixin.

Çiqasî kelem û astengî hebin jî û çiqas xebatên dijberan zêde jî bibin, ev yek wê nikaribe îrade û israra me ya rizgarkirina tevahî xaka welat ji terorîst û bermehiyên kujeran ranawestîne."