Qirkirina siyasî: 9 kes hatin girtin

9 kesên ku di operasyona qirkirina siyasî ya li Wanê de hatibûn destgîrkirin, hatin girtin.

17 kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê daye destpêkirin di 3’yê Hezîranê de bi serdegirtina malan de bi îdiaya “fînansekirina rêxistinê” hatibûn destgîrkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin.

Dozgeriyê piştî îfadeyan 8 kes bi daxwaza şertê kontrola edlî bên berdan û 9 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Nobedar kirin.

8 kesên bi şertê kontrola edlî hatin berdan, Behîce Abî, Omer Işik, Salîh Îpek, Harûn Okay, Yilmaz Berkî, Atîlla Kûmlî, Yakûp Aslan, Evîn Keskîn û Abdûlkerîm Bayit jî bi sûcdariya “fînansekirina rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.